Paşragihandina neyînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo laşê mirov xala asayî ya germahiyê 370C e. Germahiya laş bi rêbaza paşragihandina neyînî tê rêkxistin.

Paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) rêbazek hevsengiya navekî ye ko berhema dawî ya rêzeçalakiyê, rê li ber heman rêzeçalakiyê digire.[1]

Ji ber zîndeçalakiyên xane û şaneyên zîndwerê an jî ji ber hawîrdora derve ya zîndewerê, di hawirdora navî ya zîndewerê de kêmbûn an jî zêdebûna hin tiştan peyda dibe. Ango di hawirdora navî ya zîndewerê de asta asayî (bi înglîzî: set point) ya hin tiştan diguhere, lê divê hemû guherîn bêne sererastkirin.[2]

Ji bo hevsengiya navekî, divê zîndewer ji guherînên hawirdora derveye û hawirdora navî ya laşê xwe agahdar be. Zîndewer bi wergirên xwe ji hawirdora xwe agahî tov dike.[3] Zîndewer ji bo hevsengiya navekî du cor paşragihandin bi kar tînin: paşragihandina neyînî û paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback).[4]

Paşragihandina neyînî rêbaza bingehîn e bo rêkxistina hevsengiya navekî ya ajalan.[1] Paşragihandina neyînî di kontrolkirina hevsengiya navekî de, pêvajoya guhertina aresteya kartêkirê dabîn dike.[5] Guherînên wekî mîna pH a xwînê, asta glukoza xwînê, germahiya laş, rêjeya kalsiyuma laş û hvd bi rêbaza paşragihandina neyînî, ber bi nêzîkê xala asayî ve tên zivirîn.[6] Heke guherîn ber bi jorê xala asayî be, paşragihandina neyînî guherînê dadixîne xala asayî. Na heke guherîn ber bi jêrê xala asayî be, vê gavê paşragihandina neyînê guherînê ber bi asta xala asayî bilind dike.[7]

Wekî mînak, xala asayî ya glukoza xwîna mirov 90 mg / 100 ml ye, heke di xwînê de ji ber hin sedeman asta glukozê ji xala asayî bilindtir bibe, ango rêjeya şekira xwînê zêde bibe, bi alîkariya hormona însulînê asata glukozê ber bi xala asayî tê nizimkirin. Ev çalakî paşragihandina neyînî ye. Herwisa heke asta glukoza xwînê ji xala asayî nizimtir bibe, vê gavê bi alîkariya hormona glukagonê asta glukoza xwînê ber bi xala asayî tê zêdekirin, ev çalakî jî paşragihandina neyînî ye.

Pêvajoya hevsengiya navekî bi rêzeçalakiyan rû dide, dawiyê de berhemek peyda dibe. Ev berhema dawî bandor li ser gava yekem a rêzeçalakiyê dike û arasteya rêzeçalakiyê diguherîne. Ji bo rêkxistina piraniya hormonan, paşragihandina neyînî tê bikaranîn. Bi vî awayê rê li ber zêdebûna asta hormonên xwînê tê girtin[8].

Sê pêkhateyên serkî yên hevsengiya navekî heye: wergir, navenda kontrolê û pekhateya armanc.

Wergir (bi înglîzî: sensor) ji guherînên hawirdora navî agahdar dibe û agahî dişîne navenda kontrolê. Navenda kontrolê (bi înglîzî: control center) agahiyên ji wergiran û xala asayî dide ber hev, heke di navbera agahiya wergir û xala asayî de cudahî hebe, navenda kontrolê pekhateya armanc çalak dike. Pêkhateya armanc (bi înglîzî: effector) xane, şane an jî endamên taybet in û guherînan ber bi xala asayî sererast dikin.[9] Piştê sererastkirinê êdî çalakiya wergirê radiweste. Ango hebûna paşragihandina neyînî bi dabînkirina hevsengiya navekî ve diqede.[6] Wekî mînak, gava di laşê mirov de asta pestoya xwînê bilind dibe, wergirên hestê (pestanewergir) navenda kontrolê (demax ) ji bilindbûna pestoyê agahdar dike. Navend, şandina sînyalan bo masûlkeyan diwarê xwînberan dide sekandin. Xwînber xav dibin û fireh dibin bi vî awayê qebareya xwînberan zêde dibe, pestoya xwîna nav xwînberan kêm dibe. Gava pestoya xwînê daket asta asyî, êdî hestewergir sînyal naşînin navenda kontrolê.[6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  2. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  3. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  5. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. ^ a b c Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  8. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  9. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,