Pashanim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pashanim
Navê jidayikbûnêCan David Bayram
Jidayikbûn30ê çiriya paşîn a 2000an (23 salî)
Berlin, Almanya
NeteweKurd
Cureyê muzîkêTrap, Rap
Salên çalak2019-niha
Etîketa qeydêUniversal Music Group
biguhêreBelge

Can David Bayram bi navê xwe yê ku hatiye naskirin Pashanim (jdb. 30ê çiriya paşîn a 2000an; li Berlin, Almanya) rapperek alman e ku bi eslê xwe kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pashanim li Kreuzbergê wekî zarokê malbateke ku bi eslê xwe Kurd e ji dayik bûye û li Zehlenberg a Berlînê mezin bûye.[1]

Pashanim di temenê 12 saliya xwe de dest bi muzîkê kiriye û di sala 2021ê de wî bi Symba, Abuglitsch û RB 030 re kolektîfek hunermendan bi navê "Playboysmafia" damezrandiye. Di sala 2018an de stranên xwe yên yekem li ser SoundCloudê weşandiye.[2]

Pashanim di heman demê de wekî kameraman di vîdyoyên cihêreng ên muzîkê de xebitiye ku di nav wan de xebatên wekî Juju (Live Bitch), Nura (Chaya RMX) û Casper (Let Here Go) heye.[3] Di sala 2020an de bi singlên botten Hauseingang û Shababs dikeve nav lîsteyên muzikê ku ev her du singlên wî li Almanyayê ji bo firotina 200.000 caran bawernameya (sertîfîka) zêrîn wergirtiye. Shababs botten, bi taybetî li ser platforma vîdyoyê ya TikTokê, wekî muzîka paşplana vîdeoyan gelek caran hatiye bikaranîn.[4] Di gulana 2020an de, single a bi Airwaves di lîsteya single ên alman de gihîştiye rêza duyem ku ev jî ji bo Pashanim serkeftina bazirganî ya dawîn nîşan dide. Single li Almanyayê ji bo firotina 400.000 caran bawernameya platîn bidest xistiye. Single li ser platforma Spotify yê (ji tîrmeha 2022an vir ve) zêdetirî 134 milyon car hatiye guhdar kirin. Di 2ê kanûna pêşîna sala 2020an de Pashanim EPa xwe ya bi navê Junge ceos 2 ku sê perçeyan pêk dihat derxistiye.[5] Ev yekem weşana wî ya solo ye di nav heft mehan de, di 1ê hezîrana sala 2021an de, sitrana bi navê "Sommergewitter" derdixe ku bi vî stranê yekem car di lîsteyên almanî de digihîje rêza yekem.[çavkanî hewce ye] Single li Almanyayê ji bo firotina 200.000 caran bawernameya zêr werdigire û li ser Spotifyyê (ji Tîrmeh 2022) zêdetirî 114 milyon car hatiye guhdar kirin.[çavkanî hewce ye]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm

  • Tage von 2000 (2023)
  • Himmer über Berlin (2022)

Single

  • [6]Air Berlin (2023)
  • Ms. Jackson (2023)
  • Bagchaser Can (2023)
  • 6561 (ft. AK Ausserkontrolle) (2023)
  • Kleiner Prinz (2022)
  • allein allein (ft. Ufo361) (2021)
  • paris freestyle (skrilla remix) (2021)
  • Sommergewitter (2021)
  • junge ceos 2 (2020)
  • Airwawes (2020)
  • Hauseingang (2019)
  • Shababs Botten (2019)
  • Zwannis (2019)
  • Homicides (2019)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Pashanim: Wie er Straßenrap und Arthouse verbindet II PULS Musik Analyse (bi îngilîzî), roja gihiştinê 21 adar 2024
  2. ^ Pashanim: Wie er Straßenrap und Arthouse verbindet II PULS Musik Analyse (bi îngilîzî), roja gihiştinê 21 adar 2024
  3. ^ Pashanim: Wie er Straßenrap und Arthouse verbindet II PULS Musik Analyse (bi îngilîzî), roja gihiştinê 21 adar 2024
  4. ^ Pashanim: Wie er Straßenrap und Arthouse verbindet II PULS Musik Analyse (bi îngilîzî), roja gihiştinê 21 adar 2024
  5. ^ Hellberg, Jonas (28 kanûna pêşîn 2020). "Pashanim veröffentlicht überraschend EP „junge ceos 2"". rap.de (bi almanî). Roja gihiştinê 21 adar 2024.
  6. ^ Pashanim - Airberlin (bi îngilîzî), roja gihiştinê 26 adar 2024