Pergala xebitandinê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pergala xebitandinê
  • Software category Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Kernel
  • file system
  • memory manager
  • scheduler
  • access control (often) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Destpêka Ubuntuyê

Di komputerê de pergala xebitandinê sererast ji kontrola û birêveberiya hardwarê berpirsiyar e. Her wiha ji pêkhatinên bingehîn ên pergalî û xebitandina bernameyên pêkanînan berpirsiyar e. Gelemperiya vê berpirsiyariyê wekî pergala xebitandinê tê binavkirin.

Destpêk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zimanê axaftinê de ev gotin bi piranî dema mirov komputerekê distîne, ji bo hemû nivîsbariyên ku pê re tên, tê xebitandin.

Pergala Xebatê, rê li ber hemû nivîsbaran vedike ku xwe bigihîne amûrên têketin/derketin û pergala dosyayan. Heke ji yekê bêhtir bername di heman demê de di xebatê de bin, pergala xebatê ji bo her bernameyekê têra wê çavkaniyên xebatê vediqetîne û xebatên wan ên bi hev re dimeşîne. Ew berpirsiyarê vê yekê ye.

Li gorî sala 2004'an mirov dikare pergalên xebatê yên herî pir tên xebitandin bike 2 komik: Koma Microsoft Windows û û Koma UNIX (di hundir vê komê de gelek guhertoyên Unix'ê, Linux û Mac OS X dikare bête hejmartin).

UNIX, ji aliyê derûdorên akademîk û wekî pêşkêşker tê bikaranîn. Windows li mal û li kargehê tê tercîhkirin. Di komputerên sermase de windows ji pergalên din ên xebatê gelekî bêhtir tê xebitandin. Li gor lêkolînên cur bi cur para Windowsê ya di pazara komputerên sermase de ji %90 û %98 e. Linux di pêşkêşkerên webê de bi rengekî berfireh tê xebitandin. Her wiha hêdî dikeve malan û sermaseyên kargehan jî. Pêşengên Mac OS X, ku ji beşên bingehîn ên UNIX'ê sûde wergirtine, bêhtir di weşangeriya sermaseyê de tê xebitandin.

Gelek ji Komputerên Navendî û pergalên nixumandî jî, hin pergalên xebatê yên ku girêdaneke wan a dîrekt bi Windows û UNIX'ê re nîn e, dixebitînin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]