Pierre Curie

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pierre Curie

Pierre Curie (* 15'ê gulanê 1859 li Parîs; † 19'ê avrêlê 1906 li heman derê) fîzîknasekî navdar ê Fransî bû.

Sala 1903'î bi tevî jina xwe Marie Curie û Henri Becquerel Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye. Hêj di ciwaniya xwe de li ser krîstalografî û manyetîzmê xebitiye. Di dawiya jiyana xwe de bi navê temperatûra Curie, zagonên fîzîkî yên Curie û Curie-Konstante gelek bipêşxitinan li fîzîkê zêde dike.

Bi tevî jina xwe Marie, ku ew jî fîzîknaseka navdar bû, sala 1898'î keşfa radyûm û polonyûmê dike. Ji ber wê xelata Nobel jî di nava mêr-jinê de tê parvekirin.

Berhem[biguherîne]

  • M. u. P. Curie, Rewşa niha ya radyoaktîvan û tîna wan a manyetîk, 1900
  • M. u. P. Curie, Li ser yekgirtiyên radyoaktîv, 1901
  • P. Curie u. Henri Becquerel, Bandora fîzyolojîk a tînên manyetîk ên radyûmê, 1901
  • P. Curie, Li ser pîvana demê ya mîsoger, 1902

Xelat û paye[biguherîne]