Marie Curie

Ji Wîkîpediya

Marie Curie, 1911

Marie Sklodowska-Curie (* 7'ê sermawezê 1867 li Warşaw, Polonya; † 4'ê tîrmehê 1934 li Sancellemoz, (Haute-Savoie), Fransa; navê berê yê keçiktiyê Maria Salomea Skłodowska) kîmyager û fîzîknaseka Fransî ya bi eslê xwe Polonî bû.

Yekemîn jin a ku Xelata Nobelê wergirtiye û yekemîn keseka ku du caran û di du beşên zanistiyê de ev xelat girtiye ye. Sala 1903Xelata Nobel a fîzîkê bi tevî mêrê xwe Pierre Curie û Henri Becquerel wergirtiye. Dîsa sala 1911Xelata Nobel a kîmyayê wergirtiye.

[biguherîne] Jiyan

Di zaroktiya xwe ya li Polonya de ji ber xizanî û nexweşiyan dê û hin xûşk-birayên xwe winda dike. Sala 1883'î bi dijwarî dibistana amadeyî bidawîdike. Li cem malbata parêzerekî dewlemend wekî mamosteyeka malê dixebite û pere berhedike ku li welatên dewlemend bixwîne. Wê demê li Polonya xwendina jinan a bilind nerewa bûye. Curie him li bavê xwe yê giran-nexweş xwedî derdikeve, him pere berhevdike û him jî bi dizî perwerdeya bilind a fîzîk û kîmyayê dibîne.

Di sermaweza 1891'î de diçe Fransayê û hema dest bi perwerdeya matematîk û fîzîkê dike. Bi fîzîknasê navdar ê hemdemî Pierre Curie re dizewice. Gelek caran tevlî konferansên navneteweyî yên fîzîkê dibe û gelek keşfan dike. Gelek caran bi fîzîknasên wekî Albert Einstein, Max Planck hwd re hevdîtinan û hevxebatan pêk tîne. Keça wan, Irène Joliot-Curie, sala 1935'î herwiha Xelata Nobel a kîmyayê werdigire.

[biguherîne] Berhem

  • Recherches sur les substances radioactives, Dissertation, 1904, Lêkolîn li ser rewşa radyoaktîviteyê
  • Traité de radioactivité, 2 Bend, 1910, Rastiya radyoaktîvîteyê
  • La radiologie et la guerre, 1920
  • L'Isotopie et les éléments isotopes, 1924
  • Les rayons α, β, γ des corps radioactifs en relation avec la structure nucléaire, 1933
  • Radioactivité, 1935


[biguherîne] Xelat û payeyên din

  • 1903 Xelata Davy-Medaille a Londonê tê tayîn, Royal Society.
  • Elementa kîmyayî ya 96, bi paşnava wê û mêrê wî tê binavkirin, Curium (Cm).
  • Li dûv wan asteorîdek bi navê (7000) Curie tê binavkirin.
  • Di nava 1910 û 1978 xebatên radyoaktîvîteyê bi navê wê tê kirin.
  • Navê wê /wan li gelek dibistan, dem, kolan hwd tê dayîn.
  • Ji sala 1980YE gelek aksiyonan bi navê wê / wan dike.[1]
  • Sala 1995 goristana wê û mêrê wê dibin Panthéon.
  • Dûgela Polonyayê sala 1932'î enstîtuyekê ku li ser radyûmê lêkolînan dike dadimezirîne û sala 1952'î bi bavê Curie binavdike.