Psîkoz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Peyva psîkoz ji Grekî tê û wateya wê anormalî yan nexweşiya ruh e. Cara pêşîn di sala 1845 de ji aliyê Ernst von Feuchtersleben hatiye bikaranîn. Feuchtersleben xwestiye pirsgirêkên ku wekî neûrozê bingeha xwe ji problemên neûrologîk digirin, jê yê din veqetîne.

Psîkoz tabloyeke nexweşiyên hiş e û xwe bi xerabûna hest û ramanan dide der. Nexweş bi pirranî halûsînasyonan dibîne û xwedî baweriyên nerastegîn e. Ji rastegîniyê dûr ketiye. Nexweşî pirranî tûşî ciwanan dibe. Psîkoz bi gelek tablo û nexweşiyên psîkolojîk û psîkiyatrîk ve girêdayî ye. Hin diyagnozên wê dişibin şîzofrenî, depresyona klînîk , psîkopatî , delîriyûm hwd lê bi gelek aliyan ve jî ji wan cudatir e. Bêî testan veqetandin û tesbîta nexweşî û tabloyên wiha pirr dijwar in.

Hin sîmptomên psîkozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Halûsînasyon
  • Guherbarî di rewşa hestan de
  • Baweriyên nerastegîn
  • Di raman û hilberîna ramanan de xerabûn
  • Guhertinên berbiçav di kesayetiyê de
  • Di axavtinê de xerabûnên berbiçav
  • Destkeftinên testên li ser mejî û guhertinên di mejî de

Li ser sedemê vê tabloyê gelek nîqaş, xebat û angaşt hene. Bikaranîna madeyên raxwarinê, bo mînak kokaîn, PCP, madeyên halûsînogen, amfetamîn hwd girîng e. Xebatên li ser mejî hatine kirin nîşan didin ku di mejiyê psîkotîkan de hin guhertin pêk hatine. Bo mînak aliyê rastê yê mejî ji yê din bêhtir hesas bûye. Hin nexweşiyên organîk ango bijîşkî jî bandorê li psîkozan dikin. Bo mînak grîp an nexweşiyên ji bakteriyan têne dikanin hin tehrîban li sîstema neuroyan bikin.

Di tedawiya psîkozê de dermanên antîpsîkotîk tên bikaranîn. Herwekî psîkoterapiya ferdî û komî jî tê kirin. Bi alîkariyeka sosyal a baş û tedawî dikanin nexweşiyê têkbibin.