Qazî Mihemed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Qazî Mihemed
QaziMohammed.jpg
Serokê Komara Mehabadê Qazî Mihemed

Roja jidayikbûnê 1900
Mehabad, Rojhilatê Kurdistanê, Îran
Roja mirinê 30'ê adarê, 1947
Hemwelatî Kurd
Dîn Îslam
Hevjîn Mîna Qazî
Pîşe siyasetmedar, Serokê Komara Mehabadê

Qazî Mihemed (z. 1900[1] an 1901[çavkanî pêwîst e] − m. 30'ê adarê 1947[1] li Mehabadê) dadwer, serokê partiya Komeleyê (nîsana 1945), sazkerê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê û serokê Komara Mehabadê bû.

Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900'an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurrek û heft keçên wî hebûn[2]. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalikê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930'an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne.[3]

Naverok

Ragihandina Komara Mehabadê ji layê Qazî Mihemed ve [biguherîne]

Di 22'ê kanûna paşîn a 1946'an (2'ê rêbendana 1324'an) de li meydana Çwar Çira Qazî Mihemed ragihand ku Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) hatibû sazkirin[4]. Di kanûna pêşîn a 1946'an de piştî têkçûyîna Komarê, di 30'ê adara 1947'an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Çwar Çira ya Mehabadê hatin dardekirin.

Bîbliyografî [biguherîne]

  • Wlliam Eagleton Jr (1963). The Kurdish Republic of 1946. Oxford University Press.

Binêre [biguherîne]

Çavkanî [biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)