Seyfî Qazî
Ji Wîkîpediya
Seyfî Qazî yan bi navê xwe yê dirêj Mihemed Huseyîn Seyfî Qazî (* ? - † 30'ê adarê 1947 li Mahabad) siyasetmedar, têkoşerekî kurd bû. Di Komara Mahabadê de wezîrê parastinê bû.
Xizmê serokkomar Qazî Mihemed bû. Di warê dîplomasiyê de jêhatî û behremend bû. Bi xwe beriya şoreşê li rojhilatê Kurdistanê bazirganî dikir. Demekê dirêj di artêşa Îranê de wekî serbaz xebitîbû. Wî û gelek serbazên bi eslê xwe kurd bûn, di nava artêşa Îranê de komekê avakiribûn, dixwestin bo doza azadiya kurdan bixebitin.
Komara Mahabadê bi alîkariya YKSS, Brîtanya û Tirkiyeyê dida Îranê, têk diçe. Di 30'yê adara sala 1947'î de Seyfî Qazî jî bi tevî serokkomar Qazî Mihemed û rayedarên din, tê dardekirin.
[biguherîne] Çavkanî
- Archie Roosevelt, Jr.: "The Kurdish Republic of Mahabad" ,Middle East Journal, no. 1 (July 1947), pp. 247-69 (îngilîzî)