Qopo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qopo kufteyek ji pêjgeha kurd e. Cureyeke kufteya ardikê (bindanê) ye, ango ji hûrikê dan tê çêkirin.

Qopo binavkirineke herêma Xerzanê ye, dibe ku li deverên din bi navên din bên navkirin. Çima jê re "qopo" gotine, nayê zanîn.

Berkelî (bo şeş kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirina qopo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvazên xwe li rêşkerê bidin (rende). Goştê kişandî, ardik, pîvaz (hûrkirî), sîr (kutayî) û mastê bixin badiyeke mezin, heger biharabêhnên we hene, bi wan bistrên. Jibir nekin xwêya xwe jî bikinê.

Jiber ku xwêya zêde ziyanê dide laşê mirov, di terîfên xwarinan ên kurdî de, divê hîç behsa xwêyê neyê kirin. Lewra mirov xwêya xwe ji xwezayê digire, qet nexwe jî dibe. Vê têkela xwe bavêjin sarincokê, bi qasî katjimêrek bidin sekinandin.

Ji vê têkela xwe girikên kufteyê amade bikin. Girikên qopo hinekê mezin tên çêkirin.

Rûnê xwe berdin rûnbirêşkê, kufteyên xwe biqijilînin. Bi germî bînin ser destexaneyê (sifreyê).

Li herêma Xerzanê tenê di rûnbirêşkê de tê çêkirin lê mirov dikare di firneyê de jî bipijîne.