Seyîdxan Kurij
Xuyakirin
Seyîdxan Kurij (jdb. 1960 li gundê Kur, Çewlîg), nivîskar û rojnamevanekî kurd e. Bi giranî bi kirdkî (dimilî, zazakî, kirmanckî) dinivîsîne.
Wî bi xwe perwerdeya endazyariya makîneyan dîtiye. Ji ber sedemên polîtîk ji Kurdistanê derketiye û li derveyî welêt dijî. Li bajarê Almanya, Duisburgê ji sala 1991'î virde weşangeriya radyoyê dike. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsar û hevpeyvînên wî tên weşandin.
Ji sala 1997'î virde di nava koma xebatê ya Vate de ye û yek ji niviskarên kovara Vate ye. Ji îlona 2004'î vir ve yek ji endamên redaksiyona rojnameya Peyama Kurd e û berpisiyarê beşa zazakî ye[1].
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Wayê Hot birayûn: Sanikan û Deyîranê Çewlîgî ra, Weşanên Arya, Îstanbul, Nîsane 2002, 128 r.
- Filît û Gulîzar, Weqfa Kurdî ya Kulturî Stockholmê, Stockholm, 2004, 28 r.
- Arwûnçî û Lûy, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî Şaxê Duhokî, Duhok 2010, 223 r.
- Şeyh Said Hareketi -Tanıkların anlatımı ile-, Weşanxaneyê Lîs, Îstanbul, 2013
- Ahmet Say, Ca Yo Ke Tij Ti Ra Bena Vila, wergêr: Seyidxan Kurij, Evrensel Basım Yayın, Îstanbul, 2013, 130 r.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |