Stefan Zweig

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Stefan Zweig (~1912)

Stefan Zweig 28ê Mijdara 1881ê li Viyenê ji dayik bûye û 22ê Sibata 1942 li Petrópolisa nêzî Rio de Janeiroyê rehmet kiriye. Yek ji nivîskarên navdar ên Awusturyayî bû.

Jiyan[biguherîne]

Stefan Zweig kurê yek ji karsazên sektora tektîlê yê dewlemend Moritz Zweig û jina wî Ida Brettauer bû. Bi birayê xwe Alfred re li Viyenê mezin bû. Malbata Zweig ne dîndar û jixwe paşê wê Zweig xwe bi xwe weke 'tesadûfî cihû' bikira.

Zweig helbestên xwe yên pêşî sala 1901ê di bin navê Siberne Saiten ango 'têlên zivî' weşandin. 1904an yekemîn çîroka wî ya wêjeyî ango 'novela' wî ya pêşî çap bû. Zweig paşê bi vê şêwazê wêjeyê navdar bû. Zweig ji bilî berhemên xwe yên wêjeyê û ceribandinên xwe, wî wergera pirtûkên Verlaines, Baudelaires û bi taybetî jî yên Émile Verhaerens jî mijûl bû û rojnamevanî jî kir.

Stefan Zweig weke dewlmendên demê dijiya û li cîhanê gelekî digeriya, weke mînak di 1910an de çû Hindistanê û 1912an çû Emerîkayê. Di şerê duyemîn ê cîhanê de ji bo eskeriyê bike serî li artêşê da, lê ji ber ku bi kêrî eskeriyê nehat, ew li arşîva wezareta şer hate wezîfedarkirin. Ji ber şer, Zweig hêdî hêdî di bin bandora hevalê xwe yê pasîfîst Romain Rolland bû dijberê şer û 1917 pêşî destûra veqetandina ji wezîfeyê danê û paşê ew ji wezîfeya eskeriyê hat muafkirin.

Stefan Zweig dawiya şer çû Awusturyayê û li Salzburgê bi cih bû û Çileyê 1920an bi Friderike von Winternitz re zewicî. Stefan Zweig êdî li dijî neteweperestiyê di warê fikrî de çalak bû û ji bo fikrê Ewrûpayeke yekbûyî dixebitî. Sala 1927an wî pirtûka xwe ya bi navê Stern Stunden der Menschheit 'Kêliyên weke Stêrkan ên Mirovahiyê' weşand. Ev pirtûk yek ji berhemên wî yên herî serketî bû.

Sirgûnî[biguherîne]

Piştî ku li Împeretoriya Elman sala 1933an Nasyonalsozyalîst bûn desthilatdar, vê yekê bandora xwe li Awusturyayê jî kir. Ji ber vê yekê jî Zweig neçar ma 1934an koçberî Londonê bibe. Pirtûkên wî êdî li Elmanyayê nedihatin çapkirin. Di Adara 1933an de novela wî Brennendes Geheimnis ango 'Sirra Dişewite' bû film. Lê ji ber ku navê film şewitandina Reichstagê ango parlemanta Elmanya ya wê demê dianî bîra mirivan, Joseph Goebbels film qedexe kir û fermana nefirotina pirtûkên wî da. 1936an pirtûkên Zweig li Elmanyaya Naziyan hatin qedexekirin. Zweig 1938 dev jina xwe ya pêşî berda û 1939an bi Charlotte Altmann re zewicî.

Piştî destpêka Şerê Duyemîn ê Cîhanê Zweig bû welatiyên Brîtanyayê. Paşê di ser New York û Arjjentînê re 1940î gihîşte Brezîlyayê. 1942an novela wî ya navdar Schachnovelle ango 'Novela Kişikê' hat weşandin. Piştî mirina wî 1944an pirtûka wî ya li ser jiyana wî Die Welt von Gestern ango 'Dinyaya Doh' hat weşandin.

Stefan Zweig bi vexwarina jehrê 22ê Sibata 1942an li Petrópolisê (li Brezilyayê nêzî Rio de Janeiroyê) xwe kuşt. Jina wî jî piştî mirina wî Morfîna zêde stand, xwe li cem Zweig dirêj kir û mir.

Berhem[biguherîne]

  • Silberne Seiten (têlên zîvî). helbest, 1901
  • Brennendes Geheimnis (Sirra dişewite), 1911
  • Sternstunden der Menschheit (Kêliyên mîna stêrkan ên mirovahiyê). Leipzig 1927
  • Marie Antoinette. Leipzig 1932
  • Maria Stuart. Viyen 1935
  • Schachnovelle (Novela Kişikê). Buenos Aires 1942
  • Die Welt von Gestern (Dinyaya doh). Stockholm 1944

Çavkanî[biguherîne]

  • Susanne Buchinger: Stefan Zweig – Schriftsteller und literarischer Agent. Die Beziehungen zu seinen deutschsprachigen Verlegern (1901–1942) Saur, München 1998 ISBN 978-3-598-24900-6
  • Erich Fitzbauer (Hg.): Stefan Zweig. Spiegelungen einer Schöpferischen Persönlichkeit Erste Sonderpublikation der Stefan Zweig Gesellschaft. Bergland, Wien 1959
  • Thomas Haenel: Psychologe aus Leidenschaft. Stefan Zweig – Leben und Werk aus der Sicht eines Psychiaters Droste,
  • Hartmut Müller: Stefan Zweig. Mit Selbstzeugnissen und Bilddokumenten Rowohlt TB 413, Reinbek 1988 ISBN 3-499-50413-8
  • Friderike Zweig: Stefan Zweig: Wie ich ihn erlebte Herbig, Berlin 1948