Tariq bin Ziyad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Tariq bin Ziyad (bi erebîطارق بن زياد) (bû 670; mir 720) serdarekî misilmanî bi eslî xwe berberîyî nîvgirava Îber di salên 711–714an de dagir kirî bû.

Tariq leşkerek û komandantekî Musa ibn Nusayr bû. Wî navbera 703–714an de parzgerî ya Îfriqiye kirî bû. Tariq bin Ziyad di 711an de bi artêşeke ji nêzî 7000 kes de pêk dihatî ve ser tengava Gibraltar re derbaz bû û êrîşa Gotên Rojava kir. Ew çiyayê li beravên tengavê wek Gibraltar (bi erebî: Cebel et Tariq, "Çiyayê Tariq") hat navandin û ji pê re navê tengavê jî wiha ma. Artêşa Tariq Gibraltar di 28'ê adarê de dagir kirin.

Tariq ji pê destekeke bi 5000 leşkeran re keyê gotên rojava Roderich 711an de bin xist. Ji pê re jî nîvgirav bi piranî wek bajarên Kordoba û Málaga demeke kurt de dagîr kirin û dewleta Endulusê saz kirin.