Terra rossa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zebeşek li ser terra rossa ("erda sor")

Terra rossa (ji zimanê îtalî tê wateya erda sor), navê erdekê ye û li hemî welatên ku di derdora Behra Spî de tê dîtin. Herwiha, li Awistralyayê jî "terra rossa" heye.

Taybetiyên erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taybetiya vê erdê di rengê heriya xwe de ye ji ber ku rengê heriya vê erdê soreke xort e. Hûmûsa vê erdê kêm be jî, heriya xwe bi avdanê gelek berdar dibe. Di germa havînê de serê erdê hişk dibe lê jiber kûrayîya xwe ("terra rossa" ji metreyek kûrtir e!) avê di biniya xwe de diparêze.

Pêkhatin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêkhatina "terra rossa" berî 15 mîlyon salan destpê dike: xweza bi aliyê avê karbonatê û mîneralên cuda ji erdê dişu. Kevirê kalker (ku bi jihevketina xwe "terra rossa" pêk tê) jiber xwezayê ji hev dikeve û mîneralên hesinê diafirîne. Hesîna heriyê ji ber ku naye şuştin di erdê de dimîne û konsantrasyona hesînê bi vî awayî zêdetir dibe. Bi reaksyoneke kîmyewi ku dinav atomên hesinê û yên oksîjenê pêk tê herî dengarî dibe û dem bi dem rengê xwe yê sor distîne.