Hesin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
ManganHesinKobalt


Fe

Ru
Şeklê wê
Iron electrolytic and 1cm3 cube.jpg
Bi tevayî
Nav, direfş, nimre Hesin, Fe, 26
Kom, vedor, blok 8, 4, d
Cure Lajwerdên derbasiyê
Tîrbûn 7,874 g/cm³
Agahî
Giraniya atomê 55,845 u
Nîveşkêla atomê 140 (156) pm
Nîveşkêla kovalansê low-spin: 123 pm, high-spin: 152 pm
Rêzbûna elektronan [Ar] 3d6 4s2
Xala helînê 1811 K (1538°C)
Xala kelînê 3134 K (2861°C)
Kabikê molî 7,09 · 10−6 m³/mol
Derenceya bilindbûnê +2, +3, +4, +6
Oksîdên xwe FeO, Fe2O3, Fe3O4
Elektronegatîfî 1,83 (Pauling-Skala)
Îzotop
Îzo LC t1/2 ÇA EX MeV ENû
52Fe

{syn.}

8,275 saet ε 2,372 52Mn
53Fe

{syn.}

8,51 d ε 3,743 53Mn
54Fe

5,8 %

Qayîm
55Fe

{syn.}

2,73 sal ε 0,231 55Mn
56Fe

91,72 %

Qayîm
57Fe

2,2 %

Qayîm
58Fe

0,28 %

Qayîm
59Fe

{syn.}

44,503 r β- 1,565 59Co
60Fe

{syn.}

1,5 · 106 sal β- 3,978 60Co

Hesin, Hasin an Esin an jî Asin (bi latînî: Ferrum) metaleke kîmyewî ye ku hejmara wê ya atomî 26 e. Sembola wê Fe ye. Hesin yek ji metalên koma lajwerdên derbasiyê ye. Hesin lajwerda herî pirr li cîhanê tê dîtin e. Herwiha di qafika erdê de lajwerda herî zêde ya çarem e. Ji ber ku di navenda erdê de wilqas gelek hesin heye, tê texmînkirin ku rola hesin li ser qada manyetîk a cîhanê gelek e.

Lajwerda hesin, ji cewherên hesin tê çêkirin û li xwezayê bi awayê elementî ne gelek e. Ji ber ku mirov hesinê lajwerdî bi dest bixe pêwîst e reaksiyonên lêvegerker[1] (îng: reducer) di nava cewherên hesin de pêk werin. Hesin bi pirranî ji bo çêkirina, amêjena[2] (îng: alloy) bi karbon ango polayê tê bikaranîn.

Hinga hesin bi karbonê re heta germahiya 1420–1470K tê kelandin di hundirê şileya helînek a ku pêk tê de, 96,5% hesin û 3,5% karbon heye ku av amêjen weke hesinê darêjtî tê binavkirin. Lê berî ku ev amêjen were bikaranîn divê reaksiyona dekarburasyonê pêk were, ji ber ku ev amêje hê jî gelekî qurfok e.

Dîroka hesin[biguherîne]

Sembola Marsê ku ji bo hesin jî dihate bikaranîn

Bikaranîna hesin a pêşin ji bo serikê rim, kêr û tiştên xemlê re pêk hatiye. Dîroka bikaranîna pêşîn a hesin digihe serdema Misiriyên kevn ku di dema berî zayînê 3500'î de bû.[3] Bikaranîna hesin li ser serdema bronzê bandoreke mezin kiriye ku alavên şer ên qewîn bi hesin hatine çêkirin. Lê dîsa jî ji ber ku hesin bi bandora korozyonê xera dibe gelek mînakên berê yên ji hesin çêkirine nîn in. Mînakên alavên ji hesin çêkirine hene ku li herêma Mezopotamya hatine dîtin û dîroka wan digihîje 2000'ê berî zayînê. Herwiha di dîrokê de ku ji ber dîtin û bikaranîna hesin bi navê Serdema hesin tê bilêvkirin, li cîhanê di navbera salên cur bi cur pêk hatiye. Mînak serdema hesin li Mezopotamya di navbera sedsalên 13 û 6'ên berî zayînê de pêk hatiye.

Berhemên helandî yên hesinî ku li Hindistanê hatine dîtin digihine salên 1800 û 1200'ên berî zayînê.[4] Herwiha berhemên hesinî yên ji herêma Levante digihine salên 1500'ê berî zayînê. [5] Bikaranîna hesina a li Ewropa hinekî dereng çêbûye. Li Ewropa hesinê darêjtî yê pêşî li Swêdê pêk hatiye. Di dema pêşketina sanayî ya Ewropa de rola hesin pir girîng bû. Piştî vê re li cîhanê heta roja me hertim bi awayekî payebilind hatiye bikaranîn. Hesinê darêjtî cara pêşî li Çînê di sala 550'ê berî zayînê de hatiye bikaranîn.[6]

Di serdema kevnare de sembola yezdanê şer Mars herwiha ji bo hesin jî dihate bikaranîn.

Bikaranîn[biguherîne]

Hesin di nav hemû lajwerdan de ya herî pirr tê bikaranîn e. Metalên ku li cîhanê tê çêkirin 95% hesin in. Ji ber bihayê erzan û bikaranîna wê hêsan e tirimbêlçêkirin, keştîçêkirin, avahî û hwd de gelekî tê bikaranîn.

  • Xavhesin: Di hundirê wê de 4–5% karbon û bi awayên guhêzbar S, Si, P hene. Ji ber ku navê rewşa hesin a di navbera cewherên hesin û hesinê darêjtinê de ye, bi zimanê almanî roheisen ango hesinê xav tê bikaranîn.
  • Hesinê darêjtî: Di hundirê wê de 2–4% karbon, 1–6% sîlîsyûm û hinek manganez heye. Malzemeyên weke kewkurd û fosforê yên di hundirê xavhesin de pirr in, bi kelandinê di nava hesinê darêjtinê de gelekî kêm dibin. Xala kelînê 1420–1470 K ji xala kelînê ya hesin û karbon kêmtir e. Lewma dema bi hev du re tên kelandin pêkhatiya pêşî diderkeve berhema hesinê darêjtinê ye. Taybetmendiyên wê yên mekanîk bi pirranî dişibin karbona di hundirê wê de. Di nav hesinê darêjtî yê spî de, karbon weke sementît an jî hesin karbur e. Lewma ev pêkhatî taybetmendiya hesinê darêjtinê diguhere û wê hişk dike lê li hemberî derban qels dike. Di nava hesinê darêjtî yê gewr de karbon bi awayê grafît a libên tenik e. Lewma ev taybetmendî di nava grafîtê de dihêle ku malzeme qurfok bê.
  • Polaya amêjenî: Di hundirê wê de têdahiya karbonê guhêzbar e û herwiha di nav de krom, vanadyûm, molîbden, nîkel û tungsten jî heye. Di roja me de gelek amêjeyên hesin-polayê yên xwediyê taybetmendiyên cur bi cur hatine çêkirin. Bi giştî taybetmendiya van amêjeyên polayê ew e ku, bi tevlîkirina mîktareke kêm ew dibin xwediyê awayekî têr û qewîn.

Binyatên kîmyaya nûjen[biguherîne]

Antoine Lavoisier ji bo bidestxistina hîdrojen ê, reaksiyona hilma avê ya ku di hundirê wê de hesina lajwerdî hebû, di nava tûpekî birqokî de ji bo îspatkirina parastina gomlatê pêk anî. Oksîdasyona anaerobîk a bi hesin a di bin tîna bilind de dikare weke reaksiyonên jêr werin nivîsandin:

   Fe +    H2O → FeO + H2
2 Fe + 3 H2O → Fe2O3 + 3 H2
3 Fe + 4 H2O → Fe3O4 + 4 H2

Çavkanî[biguherîne]

  1. Ferhenga Zana Farqînî ya tirkî-kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
  2. Ferhenga Zana Farqînî ya tirkî-kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
  3. Weeks, Mary Elvira; Leichester, Henry M. (1968). "Elements Known to the Ancients". Discovery of the Elements. Easton, PA: Journal of Chemical Education. pp. 29–40. ISBN 0766138720. LCCCN 68-15217
  4. http://antiquity.ac.uk/projgall/tewari/tewari.pdf
  5. James D. Metalworking/Mining in the Levant|pages = 174–183|title =Near Eastern Archaeology IN: Eisenbrauns
  6. Wagner, Donald B. |title=Chinese blast furnaces from the 10th to the 14th century

Girêdanên derve[biguherîne]

Wîkîferheng Wîkîferheng: hesin – Wate, Etîmolojî, Hevwate, Werger