Tesalonîkî
Tesalonîkî an jî Selanik (bi Yewnanî: Θεσσαλονίκη Thessaloníki, bi Tirkî: Selânik), bajêrê mezin yê duyê û paytextê devera Makedonya ya Yewnanê e. Ji Selanikê ra dibêjin 'symprotevousa' anko tevpaytext, ji ber dîroka dirêja wê û giringî ya stratejik û aborî ye wê. Bi awayekê gelek fermîtir ji Selanikê ra dibêjin Paytextê Karûbarên Kultûrî. Selanikê 13 şehredarî hene, û li goreyê serjimêra 2001'ê, hijmara akinciyên wê 809,457 kes in. Tesalonîkî bajêrekê bibizav û jîntijî yê Yewnanê û yek ji pêvendgeh (hub)ên rojhilata Ewrûpayê e. Du zanîngeh li vî bajêrî hene û hijmareka mezin ji akinciyên bajêrî xwîndinkarên zanîngehan in. Gelek kar û şûnwarên nijyarvanî (arkitekt) a Bîzantî û Osmanî yên dîrokî li vî bajêrî hene.
Mistefa Kemal Ataturk li Tesalonîkiyê hat ser dinyayê.
Naverok |
Dîrok [biguherîne]
Çaxê Yewnanî anko Helênî [biguherîne]
Li sala 315'ê berî bûna Îsayî, bi destê Kasanderê şayê Makedonê li ser cihê bajêrê kevnê Termayê û gundên derdora wê hat avakirin. Wî navê bajêrî ji ber navê jina xwe (Tesalonik a kîja Eskenderê Makedonî) kir Selanik. Eskenderê Mezin jî navê kîja (keça) xwe ji ber serkevtina xwe bi ser gelê Tesalînî hilbijart bû. Ev bajêr gelek zû mezin bû û mîna hemî bajêrên dî yên Makedonî yên wî çaxî perlenana xwe û nîv-xwe-serîyek hebû.
Çaxê Romanî [biguherîne]
Piştî herifyana Emperatoriya Makedonê li sala 168'ê berî bûna Îsayî, Tesalonîkî kevt bin destê Komara Romê.
Çaxê Bîzantî [biguherîne]
Dema Emperatoriya Romê dabêşî du parên rojavayî û rojhilatî bû, Selanik kevt bin destê Emperatoriya Romê a Rojhilatî anko Bîzansê.
Çaxê Osmaniyan [biguherîne]
Dema Emperatoriya Bîzansê nikarebû Tesalonîkiyê ji êrîşên Osmaniyan biparêzit, bajêr firot Vênîziyan. Venîzî jî li beranberî Osmaniyan şkestin û Tesalonîkî piştî 3 rojên dorgirtinê li 29'ê Adara 1430'ê kevt bin destê Sultan Muradê Duyê.
Çaxê Nû [biguherîne]
Li roja 26'ê Çiriya Pêşîna sala 1912'ê, piştî şerê Balkanê yê Yekê ji destê Osmaniyan rizgar bû û gehişt Yewnanê.