The Apple (Sêv) fîlmekî derhênera bi navê Samira Makhmalbaf e. Fîlm çîroka du xwişkên cêwî ki ji jidayikbûn ta yazdeh salên xwe li malê dimînin vedibêje. Bavê wan bûye kal û li derve parsekî dike, diya wan jî kor e, serûçavên wê girtî ne û ji malê qet dernakeve. Malbata xwişkan bi tenê xwarinê didin wan û deriyên mal û hewşê kilît dikin da ku kur û zilam li wan mêze nekin û dest nekin wan. Ciranên wan ji wê rewşê aciz dibin û serî li karkerên civakî dixin û ji wan dixwazin ku xwişkan ji wê zilmê rizgar bikin.
Ev gotara ji bo fîlman şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?)