Til Eren

Til Aran
تل عرن
Kargêrî
Welat  Sûrî
Parêzgeh Heleb
Navçe Sifêre (al-Safira)
Nahiye Sifêre
Demografî
Gelhe (2004) 17.767[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 36°7′23″Bk 37°20′13″Rh / 36.12306°Bk 37.33694°Rh / 36.12306; 37.33694
Bilindayî 350 m
Til Aran li ser nexşeya Sûrî nîşan dide
Til Aran
Til Aran
Til Aran (Sûrî)

Til Aran an jî Til Eren peyva "til, tel" di zimanê semîtîk de tê wateya gir. Girekî gelek mezin û qadeke arkeolojîk e. Ji ber derbirîna erebî bûye Til E'ran (bi erebî: تل عرن‎, lat. Tell Aran), bajarokekî kurdan li başûrê rojhilatê Helebê ye. Bi devera Sifêreyê ve girêdayî ye. Li derdoré 35.000 mirov lê dijîn. 24 km dûrî Helebê ye. Aboriya vî bajarokî li ser cotkarî, baxçevanî û bazirganiye ye.

Bûyerên sala 2013an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî agahiyên ku di destpêka meha tebaxa 2013an de hatine ragehandin li bajarokên kurdan ên Til Aran û Til Hasilê grûpên çekdarên ku bi Elnusre û Leşkerê Azad ê Sûriyê ve girêdayî bûn herdu bajarok dorpêç kirine û zêdeyî 350 welatiyên kurdên sivîl desteser kirine û mal û mulkên xelkê van deveran talan birîne.

Wekî din, li dû agahiyan, zêdeyî 70 kurdan jî li ser destê van grûpan hatine kuştin[2].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]