Tiwana Emîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tiwana Emîn
Jidayikbûn1981
Suleymaniye
PîşeNivîskar, wergêr
Zimanê nivîsinêKurdî (Soranî)
Tevgera wejêyîWerger  
biguhêreBelge

Tiwana Emîn (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Twana Amin; z.1 Sermawez 1981 li Silêmaniyê. Çîroknivîs, nivîskar, wergêr û rojnamevan e. Di sala 2003 de, endamê desteya nivîskarên (Kovara Tekst) li Wezareta Rewşenbîrî bû. Di salên 2005-2007 de, serpereştyarê giştî yê bernameyên çandî yên Radyoya Newayê bû. Di sala 2007 de, sernivîskarê heftenameya çandî-kultûrî ya (Peyk)ê bû û pênc caran (Xelata yekemîn ya baştirîn çîrok) di salên 2007-2008-2010-2012 û 2015 de li Festîvala Gelawêj – ku mezintirîn festîvala edebî ya kurdî ye- wergirtiye. Di 2011 de, xelata (Baştirîn Ciwanê Salê) ya taybet bi çîrokê ji Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Ji sala 1999an ve, Tiwana bi awayekî berdewam di kovar, rojname û malperên kurdî û farsî yên edebî û hunerî de lêkolîn, gotar û çîrok belav kirine û niha jî endamê Federasyona Rojnamevanên Cîhanî û rêveberê nivîsandinê yê (Kovara Konsept) e ku kovareke werzî ya rexneyî û fikrî ye.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tiwana Emîn heta niha bêhtirî 10 pirtûkan çap kiriye ku girêdayî mijarên çîrok, lêkolîn, rexneya edebî û wergerandinê ne. Ev nav û sala çapê ya çend pirtûkên wî ye:

Bi soranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Keça Di Tabloyê de, çîrok, 2007.
  • Piyaseyek bi hev re piyaseyek bi tenê, lêkolînên edebî, 2008.
  • Nivîsandin û diyaspora, nîqaşên edebî, 2008.
  • Segek di neynikê de, çîrok, 2012.
  • Firîn di qefeseke vekirî de, lêkolîn li ser estetîkê, 2012.
  • Ketin, wergerandin, romana nivîskarê fransî Albert Camus, 2013.
  • Dengê piyê avê, wergerandin, çend helbestên helbestvanê fars Suhrab Sipehrî, 2014.
  • Kundê Kor, wergerandin, romana nivîskarê fars Sadiq Hîdayet, 2015.
  • Peykerê Ferhad, wergerandin, romana nivîskarê fars Ebas Marûfî, 2015.
  • Mala Yarê, wergerandin, çend helbestên helbestvanê fars Suhrab Sipehrî, 2015.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]