Çîrok

Ji Wîkîpediya

Çîrok yek ji şaxên girîng ên wêjeya gelêrî û wêjeya devkî ye. Bûyer û kesayetiyên mîtosî bi şêweyên curbecur radigihîne mirovan. Hin caran behsa bûyer û kesayetiyên demên panteîstîk, serdema desthilatdariya jinan hwd jî dike. Dîsa çîrok behsa kesayetî û bûyerên rastegîn jî dikin. Çîrok him bi devkî û him jî bi nivîskî dibe. Çîrok di ragihandina çanda Kurdî de roleke girîng leyîstiye. Herwekî Kurdan bi hezaran salan bi çîrokan jiyan bi zarokên xwe ve dane nasîn, ew perwerde kirine.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Çîrokên Kurdî

Çîrokên Kurdî hin caran bi wezin û awaz, hin caran wekî axavtin tên gotin. Li her herêmekê Kurdistanê çîrokbêjên navdar hebûn, mixabin êdî nînin. Çîrok, di şevên dirêj ên zivistanê de hezkiriya dilê zarokan bû. Zarok ji têkoşîna Mîrza yan Şivanê deryayê fêrî jiyana rastegîn dibûn ku têjî xetere û xirabiye. Dilê zarokan bi dilê Keçbehrîyan, bi dilê Keçelokê Pîrê re diavêt.

Piştî belavbûna elektrîkê li gundên Kurdistanê çîrok jî ketin sekerata mirinê. Nivşên nû êdî qîma xwe bi çîrokan naynin. Lê zarokên Kurd çîrokên Kurdî û lehengên xwe di têlevîzyonan de wekî kartonfîlm dibînin. Ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in, çanda Kurdan ji aliyê Tirk, Ereb, Fars û Ewropiyan ve tên talankirin û hêj jî ev talan berdewam e.

Herçendî li her herêmekê Kurdistanê bi versiyoneka din in jî, pirranî çîrokên Kurdî wiha destpêdikin:

  • "Hebû, tunebû
  • carek ji caran
  • rehmet li dê û bavê guhdaran
  • bi tevî derî û cîranan
  • bi tevî pepûk û xizanan
  • bi tevî rêwî û koçberan
  • bi tevî sêwî û bêmalan
  • bi tevî birçî û nexweşan
  • bi tevî mişkên li dîwaran
  • Ji xeynî eza û mixtaran
  • ji xeynî Bekoyê Ewanan
  • ji xeynî Rom û Ereban
  • ji xeynî Papaxgeniyan
  • ji xeynî dizên xiyaran
  • ji xeynî dêvên keleman
  • Wî got, min got, we dot
  • Ba hat, bahoz hat, kêçên Bexdayê hat
  • Dengê dêvan hat
  • Şenglo birev bivirê
  • Menglo birêv tevirê
  • Na na, devên xwe vekin çavên xwe bigirin
  • Yê hat Elî Lawo ye
  • Elî Lawo rojekê....

Êdî destpêdike çîroka Elî Lawo. Di dawiya çîrokan de jî heman gotin têne gotin. "Çîroka min çû diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran. Bi tevî...".

[biguherîne] Hin cureyên çîrokan

  • Çîrokên behsa bûyer û kesayetiyên rastegîn û awarte dikin
  • Çîrokên behsa ajalan û ajalên mîtosî dikin (wekî dêv)
  • Çîrokên pêkenî, zîrekî û şîretê

Wekî tê zanîn Kurd xwedî wêjeyeke devkî ya mezin in. Kurd bi dewlemendiya xwe ya çandî tên nasîn. Mixabin pirraniya çanda Kurdan ji aliyê gelên din ve tên talankirin, bikaranîn. Herwekî çîrokên Kurdan jî heya Ewropa belav bûne. Di van salên dawî de berhevkirina çanda gelêrî ya Kurdan hinek pêşketiye.

Hin çîrokên Kurdan behsa bûyer û kesayetiyên bi hezar salan berê dikin. Piştî belav bûna ola Îslamê li Kurdistanê di çîrokên Kurdan de navê lehengan hinek guhertine. Bo mînak "mîrza" bûye "Mîrza Mihemed".

[biguherîne] Hin lehengên, elementên çîrokên Kurdî


[biguherîne] TÊKILÎ Û MIROVATIYA DI ÇÎROKÊN FOLKLORÎ DE

Ev yek eşkere ye ku çîrok di çanda her miletekî de hene. Îcar ew di her çandeke cuda de, li ser bingeheke cuda û bi tewrekî cihê hatine honandin. Ew çand eger çi tewr û hawa be, ew neteweyê xwediyê wê çandê jî ku çi tiflt û texlît be, çîroka xwe jî li wê gorê afirandiye. Bi wê yekê, ew netewe yan dewlemendî yan lewaztiya çanda xwe daye nîflandan.

Tiştekî din jî yê balkêfl di çîrokên Folklora Kurdî de heye, ew jî ev e: Ji têkiliya kes û ajalan (heywan) zêdetir, gava têkiliya qiral û paflayan xasma jî bi dana qîzan ku çêdibe, germatiyeke pir zêde jî dikeve navbera hemwelatiyên herdu aliyan.

Wek nimûne çewa ku di Çîroka Abidê Şkeftê de hatiye gotin, li vê parzemîna me, du serbajarên menflûr hebûne. Yek bi navê Serbajarê fierqê ku jê re Amed, pifltre jî Diyarbekir hatiye gotin û yê din jî bi navê Serbajarê Xerbê ku jê re pifltî 1453an Islambol-Istanbol hatiye gotin. Paflayên herdu paytextan, hetf qîz û heft kurên xwe bi hevûdu re dane zewicandin. Ji ber wê yekê têkiliyeke germ jî ketiye navbera xelkê Amed û Stenbolê.

Ji têkiliya kesên qada serdest zêdetir, hin caran têkilî û hevkariya diz û pêxwasên bajarên dûrê ji hevûdu jî bi hev re çêbûye. Wek nimûne: Hevceribandina pêxwasên Amed û Helebê. Ev çîrok çendî ku dirêj e, lê bi kurtî weha rûdaye: - Di heyamekê de pêxws li Amed û Helebê pir hebûne. Pêxwasên Helebê gotine ku ew mêrxas in, yên Amedê jî gotine ku ew mêrxastir in. Îcar wan hevûdu ceribandine. Pêxwasên Amedê kîsekî mîna yên pere, tije pîvazên piçûk kirine û bi piflta hevalekî xwe ve girêdane, ew hinartine Helebê. Ev pêxwas çend roj li Helebê maye û gava li kî rast hatiye, kîsikê xwe nîflan daye û gotiye ku ev kîsik tije zêr e. Rojekê pêxwasekî Helebê gotiye pêxwasê Amedê: Hey malneket! Çima tu van bextrefliyan li xwe dikî? Hema min bi xwe, sê caran niflter li kîsikê te xistiye û tu bi xwe nehisiyayî, her carê jî li pîvazeke cuda ketiye...

Di çîrokên Folklorî de, pir tê dîtin ku bajarê Amed, navenda bazirgantiyê bûye. Bi wê mebestê jî, pir zêde têkiliya Amedê bi bajarên mîna Heleb, Mûsil, Bexdad û Hemedanê re çêbûye. Herweha têkiliya Amedê bi herêmên pir dûr re jî çêbûye weke Hindistan û Çinê.

[biguherîne] BINGEHA ÇÎROKA FOLKLORÎ

Çîroka Folklora Kurdî bi gelek tewrên babetcihê hatiye avakirin û di bingeha xwe de gelek awayên cihêreng afirandiye. Bi afirandineke wisa gefl û xwefl ku pir zehmet e mirov salixê wan bi dev û pênûsê bide. Tenê eger mirov saline dirêj lêkolîn li wan bike, hingê mirov tê digîje ku Çanda Kurdî deryayeke bêbinî ye.

Lewra çandeke ku çîrokên wê hem ji aliyê naverokê ve, hem ji aliyê bêje û daçekan ve ku ne dewlemend be, giranbihatiya wê çandê jî kêm e û ew nikare xwe li pêflberê çandên cîranên xurt biparêze. Ew di pêvajoya demeke dirêj de bihele û rojek bê, wê bi temamî ji holê jî rabe.

Li gor wan belge û materyalên ku di lêkolîna min a li Folklora Kurdî de bi dest ketine, hemû eflkere dikin ku di Bingeha Çîroka Kurdî de bi sedan tifltên bingehîn ên balkêfl hene. Lê yên ku min ew peyitandine, 133 ne. Wan xwe wisa bi tewrekî pir xwefl, di piraniya çîrokên kurdî de nîflandaye.

Ev tifltên di Bingeha Çîroka Kurdî de, di hin çîrokan de li hevûdu kirine û xwe bi êkdu ve girêdane. Lê di hin çîrokan de dijayetî kirine, xwe ji êkdu vekiflandine û riya xwe ji hevûdu averê kirine.

Îcar ez ê wan tifltan bi rêza reqeman, herweha bi nêzîkbûna navenda wan a bi hevûdu re binivîsim, lê ji ber giringiya kurtbûna nivîsan, ez behsa dilqa wan a di çîrokê pêflkêfl nakim.