Viktor Frankl

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Viktor Frankl
Berhemeke psîkiyatrîstê nemsawî Viktor Emil Frankl

Viktor Emil Frankl (bilêvkirina kurdî: Vîktor Emîl Frankil) (26ê Adara 1905ê - 2ê Îlona 1997ê, Viyana) demarzanistvan û revanpizişkê nemsayî û qurtalbûyekê Holokostê (Holocaust) ye. Ew hîmdanerê ramandermaniyê anko logotherayyê ye. Ramandermanî coreyekê bûnşirovekariyê anko analîza eksîstensiyel, anko "rêbaza sêyê ya revandermaniya Viyanayê" ye. Kitêba wî ya pirrfirotî ya bi navê Gerriyana Mirovî li dû Ramanê (bi zimanê orijînal: Man's Search for Meaning) ko demnîgar anko kronîkela serhatiyên wî di urdîgehekê Naziyan da ye. Kitêba wî, jibo caran pêşîn, li sala 1946ê bi navê "Trotzdem Ja zum Leben sagen: Ein Psychologe erlebt das Konzentrationslager" û paştir li sala 1959ê bi navê "Ji Urdîgehê Mirinê heta Bûnbaweriyê (eksîstensiyalîzm)" belav bû.

Di wê kitêbê da, ew behsa şêwazê xwe yê revandermankaranî yê vedîtina ramanê di hemî awayên hebûnê da, xo di kirêttirîn awayên wê da, dikit û dibêjit ko ew raman dibê sedema berdewamkirina jiyanê bit. Frankl yek ji kesên herî diyar di warê bûnşirovekariyê (analîza eksîstensiyal) da û yek ji wan kesan e ko bandoreka mezin liser revanzanistê mirovbawerane kiriye.

[biguherîne] Çavkanî

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din