Weqfa Mezopotamyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Weqfa Mezopotamyayê, weqfeke perwerde, zanist, huner, çand û tenduristiyê ye ku di 2013an de li Amedê (Bakurê Kurdistanê) hate sazkirin[1].

Armanca bingehîn a Weqfa Mezopotamyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Armanca bingehîn a Weqfê ew e ku bibe saziyeka ku gelên Mezopotamyayê di zimanên xwe yên zikmakî perwerdeyê bikin, lêkolînên li ser çand, ziman û civaka xwe bikin. Weqfa Mezopotamyayê dixwaze zanîngeheke pirzimanî jî ava bike[2].

Xebatên Weqfa Mezopotamyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rêbera Rastnivîsînê, xebateke kesên pispor ên ku di xebata termînolojiya rêziman û standardkirina kurdiya kurmancî de cih girtine ye. Di 2019an de pirtûka bi navê "Rêbera Rastnivîsînê" derket. Pirtûk ji aliyê Komxebata Kurmancîyê (Komxebata Kurdiya Kurmancî, Komxebata Kurmancî) ve hate amadekirin[3].
  • Folklorame, kovareke folklora kurdî ye ku hejmara pêşîn (Adar-Gulan) di 2019an de derket.
  • Ferhenga Rastnivîsînê, xebata amadekirina ferhengeke rastnivîsînê ye ku di 2019an de ji aliyê Komxebata Kurmancîyê ve hate destpêkirin. Dibêjin ku ferheng ji 20-25 hezar peyvan pêk dihê û peyv heta nuha (2019) ji 70 deveran hatine komkirin, ji Efrînê heta Xorasanê[4].

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://e-rojname.com/bs-cand/31156/[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 26 tîrmeh 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ https://e-rojname.com/bs-cand/31156/[girêdan daimî miriye]
  4. ^ https://krd.riataza.com/2019/03/01/pisti-rebera-rastnivisine-komxebata-kurmanciye-ferhenga-rastnivisine-amade-dike/