Xiyar
| Xiyar | ||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Xiyar
|
||||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||
|
||||||||||||||
| Navê zanistî yê latînî | ||||||||||||||
| Cucumis sativus L. |
Xiyar an jî ardû yan jî çemîle (Cucumis sativus) sebzeyekî rengkesk e. Qalikê wî sût e lê wer girniş girnişî ye. Şi famîleyê xiteya î encûran ne. Di selete, cêcix an di tirşo de tê bikaranîn.
Xiyar hêşînhatek ji malbata kulindan e (kundir) . Dikakek kaloriya wê kêm e, lewre ne dikakek xwedîker e lê jibo kesên dixwazin jar bibin gelek başe. Rehên wê 20 - 40 cm di erdê de diçin. Makereha wê 5-10 cm dirêj e, navtenga wê stûr û bi girêk e. Gelek çiq û rêşî ji wê rehê derdikevin û aloke ne “ dikarin bi daran bialin”.
Belgên wî adetî ne, rûyê belgan ên aliyê derve birqok, ên hundur mat û bi pûrt in. Rexên belgan rast, an jî xetxet in. Kulîlkên wî zer in, ji wê kulîlkê dikakek çêdibe û ji wê dikakê re xiyar tê gotin. Rengê wan kesk in, lê yên spî jî hene ( ji yên spî re tirozî jî tê gotin). Yên ku jibo tov tên hilanîn rengên wan zer dibin.
Naverok |
War û dîrok [biguherîne]
Welatê xiyarî Hindistan e. Pispor dibêjin ji Îran, Mezopotamya, Anatolî û Yewnanîstanê belavî deverên din bûye.
Berî zayînê (milad) bi 3000 salan li Hindistan, 2000 salan li Mezopotamya, Îran û Misrê, 600 salan li Yewnanîstanê, piştî zayînê bi 900 salan Fransa û Almanya, di 1400î de jî li Brîtanya jibo xwarin û derman çandiniya xiyar hatiye kirin. Ewropiyan bi xwer birîne Amerîka. Niha li gelek deverên dinê çandiniya wî tê kirin; jibo tirşî, seletan û xweşikbûnê di her malê de tê xebitandin.
[biguherîne]
Têdahî: Kalsîyûm, Fosfor, Hesin, Gud ( kukurt ), Manganez, Proteîn, Madeyên madenî, Vîtamîn A, B1, B2, C.
Xiyar û saxlemî [biguherîne]
- Îştah vedike.
- Hêrsê dadixe.
- Destavê diqulipîne.
- Têhnê dişkêne.
- Kurman diavêje.
- Sotinên aşikê radiwestîne.
- Heke bi zikê birsî bê xwarin şekirê xwînê dadixe.
- Madeyên jehrî yên di beden de civiyayî tavêje der.
- Çerm nerm dike û kurîşkên (qermîçonk) ser rû winda dike.
- Bo êşên bawîbûn û movikan bi kêrhatî ye. 11- Jibo zerikê başe.
Xiyar bi yek gotinê “dostê mêlak, gurçik û dil e “. Gurçikan û mêlakê dixebitîne û pir îdrarê tavêje. Ji ber di hundurê xwe de pir kukurtê dihewîne, xwînê paqij dike. Ji ber ku têde pir madeyên madenî hene, çerm taze û bê girûzek (puruz) dike. Têhnîbûnên ji xwarinên goşt tên dişkêne. Avên ku ji ber sedemên nexweşiyên gurçik û dil berhevbûyî, tavêje der. Pêşiya nexweşiyên dil, reh û jiyan digire Li hember enfeksîyonan bedenê diparêze” û hwd.
Maska ava xiyar: Berî razanê xiyaran bigivêşin û li dest û rûyê xwe xin. Bila 10 deqan bimîne paşê rûyê xwe bişon û razên.
Çavkanî [biguherîne]
- Bavê Jîndar, Lotikxane, 6/2009