Xox (riwek)

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Xox
Xox
Xox
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Beş: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Rosales
Famîle: Rosaceae
Cins: Prunus
Binecins: Amygdalus
Cure: P. persica
Navê zanistî yê latînî
Prunus persica
(L.) Batsch

Xox riwekeke darane ji famîleya gulan e. Bejna wê 2-8 mitroyan bilind dibe û temenê wê 30 sal in. Kulîlkên wê yên peyazî berî pelên wê vedibin. Pelên wê kesk, dirêj û rimane ne. Fêkiyên wê yên biçûk û mezin hene. Yên mezin bi qasî pirteqalekê ne . Fêkiya wê sor, spî û sorespî ye û serê qaşûlê fêkî wek qedîfeyek hinekî bi pûrt û bêhnxweş e. Goştê fêkiya wê sor, spî û peyazî ye û pir bi avî ye. Di nava wî goştî de dendikek qaşûl girnijok û hişk heye û ew bi kakil e. Lê ew kakil tenê ji bo derman tê xebitandin. Wekî din ( ji ber ku jehrîdar e) nayê xwarin. Ji fêkî û kakilê wê rûn tê derxistin. Di bingehê de du cûreyên xwe hene, yên çandinî û yên kûvî. Ji dervayî wan cûreyek din heye jê re dibêjin “teraqî “ (nektarîn). Lê teraqî ne xox e, bîjiyê alûçe û xox ê ye. Welatê xoxê Îran e. Lê hinek dibêjin ne Îran e ( ji ber ku kûviyên wê ne li Îranê lê li Çînê hatine dîtin) lê Çîn e”. Dîroka wê baş nayê zanîn, lê tiştên ku tên zanîn 2000 sal B.Z ê li Çîn û Îranê çandiniya wê dihat kirin. Xox li Çînê bûyê sembola nemirinê. Çîniyan serguldank û porselen bi wêneyên xoxê dixemilandin û hê jî dixemilînin. Misrîyan kesên ku biryara kuştina wan didan, dendikên xoxan bi wan didan xwarin û ew jehrî dikirin. Xox ji îranê hatiye Kurdistan, Anatolya, Yewnanistan û ji wir jî derbasî welatên din yên derdora Deryaya Navîn, Ewropa û ji Ewropa jî derbasî deverên din yên cîhanê bûye.

[biguherîne] Çavkanî

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din