Yanni

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Yannîs Xrîsomallîs (Yannis Chrysomallis, yewnanî: Γιάννης Χρυσομάλλης, Giánnis Chrysomállis; z. 14ê Çiriya Paşîn a 1954ê), ko di qada hunerê muzîkê de wekî Yannî (/ˈjɑːni/ YAH-nee) hatiye niyasîn, muzîkvan û pîyanojenekê yewnanî ye ko pirraniya jiyê xwe yê piştî sinêleyiyê li Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê bihurandiye.

Ew parçeyên muzîkê dinivîsit û karên muzîkî jî berhem diînit. Di karên xwe da ew pirranî li ser piyanoyê û depkilîl anko keyboarda elektronîkî dixebite û muzîka caz, klasîk, raka nerim û muzîka Cîhanî tev li hev dikit da muzîkeka bi giranî amûranî biafirînit. Yannî bi rêvebirina konserên muzîkî li cihên dîrokî yên cihanê navdar e. Wî li Çînê, Tac Mehela Hindistanê, Akropolîsa Yewnanê, Birca Xelîfe ya Mîrgehên Yekgirtî yên Erebî û gelek cihên dî konsert çêkirine û vîdeoyên wan konseran jî gelek caran li ser perdeyên televizyonan dihên nîşa dan.

Vîdeoya konsera wî ya bi navê Zindî li Akropolîsê (albûm) di rêza vîdeo-muzîkên pirrfirotî yên cîhanê da ya duyê ya hemî dem û dewranan e. Bi kêmanî, 16 albûmên Yannî di rêza "Albûmên Dema Nû yên Gelêrî" (Top New Age Album) da jimare yek bûne, û du albûm jî (Dare to Dream û In My Time) bûn berbijarên xelata Grammy Award. Wî li zêdetir ji 30 welatan û li 5 parzemînan konser çêkirine û zêdetir ji 40 albûmên platînî û zêrrîn li seranserî cihanê firotine. Bi giştî, hijmara albûmên wî yên firotî zêdetir ji 25 milyon niskeyan e.

Yannî harîkariya berbelavbûna civandina muzîka elektronî û muzîka sîmfonîka tivav kir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]