Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê
Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê
| |
Hejmar | 13580 xwendekar |
Dîrok | 1996 |
Cure | Giştî (dewlet) |
Navend | Silêmanî |
Rektor | Doç. Dr. Alan Elî[1] |
Malper | www |
biguhêre |
Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê (bi soranî: زانکۆی پۆلیتەکنیکی سلێمانی Zankoy Polîteknîkî Silêmanî, bi inglîzî: Sulaimani Polytechnic University), zanîngeheke giştî ye û yek ji endamên Yekîtiya Zanîngehên Navneteweyî (IAU) ye. Navenda wê li navçeya Qirga ya Silêmaniyê ye. Di heman katî de jî ew yek ji navendên zanistî û çandî yên herêmê ye. SPU di sala 1996an[2] de di bin navê Weqfa Damezraweyên Teknîk de hate damezirandin û di sala 2003yan de navê wê wek Weqfa Perwerdehiya Teknîkî ya Silêmaniyê hate guherandin.
SPU ji 13 enstîtû û kolejê pêk tê. Kampûsa bingeh a zanîngehê li şarê Silêmaniyê ye û yên din jî li Dûkan, Kelar, Helebce, Çemçemal û Xaneqînê ne. Di zanîngehê de beşên endezyarî, tenduristî û bijişkî, çandinî, zanistên komputerî û karsazî hene.
Armanca bingeh a damezraweyê, rêvebirina perwerdehiya teknîkî ya li Kurdistanê bûn. Armanca din a SPUyê ya ji bilî îdarekirina enstîtû û kolejan, perwerdekirina personelên teknîk û pispor ya ji bo pêşvebirina civak, sektora dewlet û sektora taybet bû.
Kolej û Enstîtûyên Zanîngehê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]No. | Kolej an jî Enstîtûya Teknîkî | Sala Damezraweyê |
---|---|---|
1 | Enstîtûya Teknîkî a Silêmaniyê | 1973 |
2 | Enstîtûya Teknîkî a Kelarê | 1995 |
3 | Enstîtûya Teknîkî a Çemçemalê | 2000 |
4 | Enstîtûya Teknîkî a Helebceyê | 2003 |
5 | Enstîtûya Zanistên Kompûterî | 2003 |
6 | Enstîtûya Teknîkî a Dûkanê | 2004 |
7 | Enstîtûya Teknîkî a Derbandixanê | 2005 |
8 | Enstîtûya Çandinî ya Teknîkî a Kelarê | 2007 |
9 | Koleja Çandinî ya Teknîkî a Helebceyê | 2004 |
10 | Koleja Teknîkî ya Înformatîkê | 2013-2014 |
11 | Koleja Teknîkî ya Endezyariyê | 2013-2014 |
12 | Technical College of Administration | 2013-2014 |
11 | Technical College of Health | 2013-2014 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 17 sibat 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 adar 2017
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 1 kanûna pêşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 adar 2017
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |