Zimanê oksîtanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
  Oksîtanî
Occitan
 
Welat Fransa, Spanya, Italya, Monaco
Hêrem an navçe Katalonya, Liguria û Welatê Baskî, Midi-Pyrénées, Languedoc-Roussillon, Provence-Alpes-Côte d'Azur, Limousin
Hejmara zimanaxêvan Nêzîkî 1.939.000 milyon
Rêza vî ziman di nav zimanên cîhanê de
Alfabe
Dabeşandina malbata ziman
Hind û ewropî
Îtalî
Romanî
Italî-Rojavayê
Rojavayê
Galî-îberî
Galoromansî
Oksîtanoromans
Oksîtanî
(Dabeşandina zimanî li gorî SIL)
Rewşa fermî û kodên ziman
Zimanê fermî ye li Katalonya ji Spanyayê
Bi rêxistin Conselh de la Lenga Occitana
ISO 639-1 oc
ISO 639-2 oci
ISO/DIS
639-3
Oci
SIL OCI
Bibînin  : ziman, listeya zimanan, koda rengan

Oksîtanî (carina wek Okzîtan jî tê nivîsandin, bi oksîtanî: occitan / lenga d'òc, fransî: occitan / langue d'oc) zimanekê romanî yê ko li sêya yekên başûra Fransayê, Îtalyayê û Spanyayê (Katalonya) tê axaftine. Lê ew bi tenê li navçeya Val d'Aran (Katalonya, Spanya) wek zimanê fermî tê naskirin.

Navê zimên[biguherîne]

Navê zimên ji peyva òc, ko di zimanê oksîtanî de tê maneyê "erê" de pêk te. Zimanên galoromanî yê ko cûrayên oksîtanî bi piranî wek zimanê òc (bixwine: ok) dihatin navkirin. Herwiha zimanê cûreyên fransî jî wek zimanên oïl (bixwîne: wuyî) dihatin nav kirin. "Oc" di zimanê oksîtanî de, "Oîl" jî di zimanê fransiya kevin de dihate maneye "erê". Navçeya Languedoc ko di herêma Fransayêyê Languedoc-Roussillon de dimê jî bo derên ko Oksîtanî dihat axaftin hatibû navkirin.

Zaravên oksîtanî[biguherîne]

Zaravên oksîtanî wiha ne:

Dîrok[biguherîne]

Oksîtanî ji latîniya vulgar (latîniya xelkê) de li başûra Fransayê îroj afirîbû. Ew pê re bin bandorên hin zimanên din de ma û îroj bi zimanên dinên romanî ve pir li hev tên.

Heta sedsala 12'an ji derve latîniya vulgar du zimanên din ên nivisî afirîbûn. Yek zimanê ko li bakura Loire peresî Langue d'oïl, yê ko îroj wek zimanê fransî tê zanîn bû, yek jî zimanê oksîtanî ko li başûr wê çaxê wek Langue d'oc dihat navkirin bû. Ew wê çaxê wek provensalî (provençal) an jî limousinî (limousin) jî dihat navkirin.

Pê destpêkirina navendparêziya bi dema Ludwig XIV (Ludwigê Çardehem) re zimanê oksîtanî di hevotîna dibistanan de hat qedexa kirin û bo bikaranîna rojana bandor li ser hat kirin. Li ser gîşkê re jî pê Şoreşa Fransayê ya di 1789'an re bandora wî zimanî bi piranî zirar dît.

Ji sedsala 19'an û vir ve bo pêkanîna zimanekê oksîtaniya modern xebitîn hene.

Îroj[biguherîne]

Tabela bi Fransî û Oksîtanî li Toulouse

Oksîtanî îroj li sisiya yekên (1/3) başûra Fransayê ko hin caran wek Oksîtanya tê nav kirin dorê 2-3 milyon kes tê axaftin. Lê ew kesên ko encax deha yekên (1/10) gelî wê derê dikin, bi piranî yên pîr bûne û ew bikaranîna jî bi gelemperî di axaftinên navbera malbatê de ne. Ew bi gelemperî êdî ne zimanekê rojane ye.

Ew li hin deran îroj li dibistanan bi fransî ve tê hînkirin û li hin bajaran jî bo tabelayên deran û hişyarkirinê tê bikaranîn. Mîna ko li bajarê Toulouse tabelayên bi oksîtanî jî tê darxistin û navên Toulouse û Carcassonne wek di oksîtanî de Tolosa û Carcassona tên nav kirin. Lê zimanê fermî dîsa jî fransî ye.

Ew ji hêla enstîtuya Institut d'Estudis Occitans ê li Toulouse bi şûn bûyî tê standardîzekirin.

Nexşeya oksîtanî û zaravayên wî

Girêdanên Derve[biguherîne]