Çavdêrî
Xuyakirin
Çavdêrî di zanistên xwezayî de behsa wergirtina çalak a agahiyan ji çavkaniyek sereke.[1] dike. Ev, pêhesîn yan jî bîrbirina diyardeyan û berhevkirina daneyan bi rêya têkiliya rasterast digel mijara tê vekolîn dihewîne.

Di organîzmayên zindî de, çavdêrî bi gelemperî bi rêya pêjnan pêk tê. Di zanistê de, ew pir caran ji têgihîştina bêalîkarî wêdetir diçe, û karanîna amûrên zanistî ji bo tespîtkirin, pîvandin û tomarkirina daneyan vedihewîne. Ev, çavdêrîkirina diyardeyên ku bitenê bi pêjnên mirovan nayên gihîştin mumkun dike.
Çavdêrî di zanistê de bi gelemperî wekî çawahînî (kalîteyî) an jî çendaniyî (hejmarî) têne dabeş kirin:
- Çavdêrîkirinên çawahînî taybetmendiyên ku bi awayekî hejmarî nayên îfade kirin, wekî reng, tevn, an tevger, vedibêjin.
- Çavdêrîkirinên çendaniyî pîvandinen jimarî ên bi rêya jimartinê an karanîna amûran hatiye destxistin ji bo nirx dayîna diyardeyên çavdêrîkirî dihewînin. Peyva çavdêrîkirin, hem pêvajoya çavdêriyê û hem jî agahdariya wekî encama wê pêvajoyê hatiye tomarkirin, dikare ifade bike
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Philosophy of Cosmology". The Stanford Encyclopedia of Philosophy. Metaphysics Research Lab, Stanford University. 2017.