Here naverokê

Stêr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Stêrk hat beralîkirin)
Komstêrka Şêrê, wekî ku bi çav tê dîtin.

Stêr (an stêrk) ew e, ku ji hêza xwe wek goyekî ja gazê ronahî dide, di hundirê wê de reaksiyona atomî pêk tê û tîrêj jê peyda dibin. Bi gelemperî di hundirê wê de hîdrogen di bin pestan û zora reaksiyona atomî de dibe hêliyûm.

Radeya germahî û ronahiya wan li gor mezinahiya wan e. Roja me jî stêrkek e û ji ber ku ji me ve pir nêzîk e, ji ber wê jî ewqas mezin û ronahî xuya dike. Ji bilî heyv û exteran, her çavkaniyeke ronahiyê li ezmanan stêrkeke rojîn e. Heya bi dûrbîn û têlêskopan jî mezin xuya nake, ji ber ku ew pir dûr in. Stêrka here ji me ve nêzîk piştî roja me, jêre Proxima Centawrî dibêjin. Ew ji me ve 270.000 car ji roja me dûrtir e (serinc: Roja me ji zemînê ve 149.600.000 km dûr e). Stêrk bi awakî giştî ji gazên hîdrogen û hêliyom û beşekî biçûk ji hin gazên din pêktên. Gaz ji hevdu direvin, lê belê bi hêza giranahiyê bi hev ve tên girtin. Bi vî awayî stêrk têkuz dimîne. Nava wê kana şiyanê (energiyê) ye: Di her bîstekê de bi milyonan ton ji hîdrogen vediguhêze û dibe hêliyom. Stêrkên mezin bi 100 carî ji roja me mestir in. Gava stêrk hên bêtir mezin be, hîngê nikare têkuz bimîne û dibe ku ji hev bişele. Ew stêrkên mezin ronahiya wan gelek xurt e û pir germ in. Ji lewre, rengê ronahiya wan şîn e. Stêrkên ku bi mezinahiya xwe mîna roja me ne, ji stêrkên navîn tên hejmartin û rengê ronahiya wan zer e. Stêrkên biçûktir rengê sorê dagerî didin. Stêrkên hên biçûktir, ku mezinahiya wan tenê 1/20 ji mezinahiya roja me, germahiya wan nizim e û nema dikarin rêksiyona atomî pêkbînin. Ji wan re biçûkên mor dibêjin. Piraniya stêrkan ne bitenê, lê belê bi cot yan jî bi kom pêktên. Ji lewre, şêweyên têvel yên stêrkan hene.

Stêrkên rêza sereke

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Enjar Hertzsprung ji welatê Danîmark û Henry Norris Russell ji welatê Amerîka, di destpêka sedsala bîstan de, bêyî ku haya yekî ji yê din hebe, şêweyekî lidarxistina stêrkan, li gor germahiya û ronahiya wan, pêşkêş kirin, ku jêre diyagrama Hertzsprung-Russel tête gotin. Ev diyagram pêwediyekê di navbera stêrkan de pêktîne. Li gor vê diyagramê, piraniya stêrkan, ku roja me jî yek ji wan e, li ser diyagonala sereke tên rêzkirin. Li aliyê rastê û jêr di diyagramê de, stêrkên sar, ku ronahiya wan kêm e tên bi cih kirin. Li milê çepê û li jor stêrkên gewre, yên ronahiya wan pir û germahiya wan bilind tên bi cih kirin.

Ev şêweye ji hemiyan bêtir peyda dibe. Ev ji roja me biçûktir in. Şiyana (energiya) wan pir hêdî diqede û dikarin heya 10 milyar sal bimînin. Di diyagrama Hertzsprung-Russel de li aliyê rastê û jêr tên bi cih kirin. Ronahiya wan ewqas kêm e, ku tenê yên here nêzîk ji me ve tên xuyakirin. Gava ew hemû ji ve bihatana xuyakirin, hîngê wê ezman ji Biçûkên Sor tijî ba.

Biçûkên Spî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev hên ji Biçûkên Sor biçûktir in. Piraniya wan wek zemîna me mezin in. Lê belê giranahiya (masa) wan bi qaserî ya roja me ye. Yanê ew pir di xwe de dagirtî ne. Ronahiya wan pir kêm e, ji ber agirê wan yê nûklearî (atomî) êdî vemiriye. Lê germahiya ser rûyê wan hên bilind e. Perçeyek ji metêriya wan, ku qaserî goka fatbolê mezin be, wê giranahiya xwe 20.000 ton be. Li ser diagrama HR ew li aliyê çepê û jêr hatine bi cih kirin.

Germahiya ser rûyê Girsên Sor wek ya ser rûyê Biçûkên Sor e, lê belê bi pirî ji wan mestir û ronîtir in. Ev şêwe jî pir peyda dibe û bi piraniya xwe, piştî Biçûkên Sor, radeya duwem digire. Masa wan wek ya roja me ye, lê belê bi mezinahiya xwe wê bigihînin xeleka gelawêjê yan jî ya zemîna me. Bi gelemperî rengê ronahiya wan narincî(pirteqalî) ye, lê dikarin wek sorê dagerî jî xuya bikin. Di diyagrama HR de li ser rêza sereke ne.

Girsên here mezin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev şêweye stêrkan di gerdûnê de pir kêm peyda dibe; ev stêrkên here mezin in. Ev di diyagrama HR de li ser xêza jorîn tên rêzkirin. Stêrka Beitegeuze di komika Oriyon de yek ji van girsên here mezin e. Navbirka wê yek nilar kîlometir e û bi vî awayî 1000 carî ji roja me mezintir e. Ew stêrka yekemîn e, ji bilî roja me, ku mirov dikare arîkariya teknîkên radiyoastronomiyê wêneyekê ji ser rûyê wê pêkbîne.

Di Kurdî de Navên Stêran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zanistan stêran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê zanistan stêran stêrnasî ye.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: stêr – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir