Çemê Thames

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çemê Thamesê
Dîmenek ji Çemê Thamesê li bajarê Londonê
Cih
Herêm Başûrê Îngilîstanê
Dewlet Keyaniya Yekbûyî
Bajar Gloucestershire, Wiltshire, Oxfordshire, Berkshire, Buckinghamshire, Surrey, Londona Mezin, Kent, Essex
Taybetî
Dirêjayî      346 km
Robar
Cihderk Thames Head, Gloucestershire, Keyaniya Yekbûyî
Dev Thames Estuary, Deryaya Bakur
Nexşe
Nexşeya Çemê Thamesê li başûrê Îngilîstanê
biguhêreBelge

Thames, (bixwîne wek teymz) çemeke li başûrê Îngilîstanê ye ku di nav bajarê Londonê re diherike. Thames bi dirêjahiya 346 kîlomêtreyê çemê herî dirêjê li Îngilîstanê ye û piştî Çemê Severn duyemîn çemê dirêjtirîn a li Keyaniya Yekbûyî ye. Çem ji Thames Headê li Gloucestershire derdikeve û di nêzîkê bajarên Tilbury, Essex, Gravesend û Kentê ve derbas dibe û diherike Deryaya Bakur.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Thamesê di dîroka mirovahiyê de çend rolên giring lîstiye ku dîroka de wekî çavkaniyek aborî, rêya deryayî, sînor û wekî çavkaniya ava şirîn, hatiye bikaranîn. Di demên dawiyê de perava çem wek cihê bêhnvedanê tê bikaranîn.

Delîlên jibo jîngeha mirovan ku li ser deverên çem hene, heya serdema neolîtîkê diçe. Tasek xemilandî ku niha li Muzexaneya Brîtanî ye li dora salên 3300 û 2700ê b.z.ê de maye li Hedsor, Buckinghamshire, li deverê Çemê Thamesê hatiye dîtin û di dema kolandinên Gola Dorneyê de hejmareke girîng materyalên dîrokî hatine dîtin. Hejmarek şûnwarên ku ji Serdema Bronzê de maye li kêleka çem ku di nav de bajarokên Lechlade, Cookham û Sunbury-on-Thames hene, hatine dîtin.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "The Physique of Middlesex | British History Online". web.archive.org. 28 îlon 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 îlon 2007. Roja gihiştinê 3 tîrmeh 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)