Çerxa biyogeokîmyawî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Çerxa zadî hat beralîkirin)

Çerxa biyogeokîmyawî (bi îngilîzî: biogeochemical cycle) di hevêrzanist anko ekolojî û zanistê Erdî da bazinek an kerxek e ko hîmaneka kîmyawî an molekulek di navbera parên jînewer (biyo-) û nejînewer (geo-) yên hevêrdozenê anko ekosîstemê da diherikit. Di rastiyê da, hîman dizivirin û digerin.

Her hîmanek ko di laşê jîneweran da heye parek ji çerxa biyogeokîmyawî ye. Her hîman parek ji laşî bi nav parên nejînewerên hevêrdozenê da jî digerin (bi nav avê avsipehir anko hîdrosfer, axê kevirsipehir anko lîtosfer û basipehir anko atmosfer). Bi giştî ji tevaya parên jînewerên hevêrdozenê ra jîsipehir anko biyosfer dibêjin.