Kîmya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kîmya, zanîna li ser struktûr, xislet, hokarî û guhertina keresteyên xwezayî ye. Kimya, têrkera ku heyî û ankû tişta ku heyî, reng, awa, û temenê wê yê ku jê afirî hemûyan ku fahm bike lê dikolê. Bi teybetî, li ser esasê lêkolînkirinê bi lêkolînê re tê ser ziman. Wusa tê gotin û bawer kirin ku gotina kîmya, ji ya Sîmya tê. Gotina sîmya jî, di wate ku rastkirin û awa dayîna tiştan bi rêzkerî kirna û sentezkirina wan re xwediyê wateyekê bûya.

Kîmya, di temenê ceribandinê de gelek beşên pêşketina. Hemû ji bi lêkolînî, dikin ku fahm bikin. Minaq, atom ji melokulan pêt tê. Têkiliya nava melokulên we Notron, Proton û Elektron û hwd, çawa ya, çawa têkiliyê bi hevdû re didênin. Çawa bi hevdû re di ahangekê de na, û hwd, ku hê gelek aliyên din jî di nav de hena ku em rêz bikin li vir, hemûyan hewl didin ku li gorî wastîya wan fahm bike.[1]

Dîroka wê[biguherîne]

Di demên berê de, di dema ku bo xwarin were çê kirin pêşî dihat kifşkirin wê çi bikina nava hevdû. Ev hin bi hin pêş dikeve. Minaq, ji bo xweşikbûnê jinan andako çê kirin û li rûyê xwe dixistin bû ku bêhna xweşik ji wan were û xweşik bin. Ew çêkirin û ku ka çi dikina nava hevdû de, ew hemû teybetmendiyaka wê tevlikirina li nava hevdû, ya ku mirov bi kimyayê re bêne ser ziman hena. Minaq, di dema Sûmer, Babil Gûtî, Hûrî û Mîtannî, Medî û hwd, hesin dikat halandin û jê tişt dihat çê kirin. Zêr û zêv hevdû û dihat helandin û jê tiştênw eke guhar û hwd dihat derxistin. Ev hemû, dideê nîşandin ku di nava wan de sîmya pêşktibû bû. Piştre jî ku dem tê dema me em dibînin ku bi zanistê re bi metodên ceribandinê wê gelek metod pêş bikevin.


Germahiya Kirîtîk: Critical temperature

Dereceya Germahiya herî zêde ku tê de bi daxistina pestoyê, gaz dikare bibe avîn(liquid).

substance critical temperature (oC) NH3 132 O2 -119 CO2 31.2 H2O 374

[[1]]

Germahiya rût: Absolute temperature

Dereceyên Santîgirad(Sîlîsyûs) û Farenhayt, her du jî germahiyên nisbî û girêdayî ne û dereceyên Kelvîn û Rankîn jî germahiyên xwerû yanjî rût in. Yekîneya germahiyê di sîstema Metrîkê da dereceya Kelvîn e. Jixwe Kelvîn, heman Sifra rût, xwerû yan mutleq(absolute zero) di sîstema Metrîk e. Di sifra rût de tu mekîne û alavek elekteronî kar nake çimku enerjiya her tiştekî di sifra rût de pir pir nêzîkî sifrê dibe û tu liv û tevgerek di madeyê de namîne. Dereceya germahiya herî kêm li dinyayê heman -273.15K e.

K: Nîşaneya dereceya Kelvînê F: Nîşaneya dereceya Farenhaytê °C:
Nîşaneya dereceya Sîlîsyûs yan jî Santîgiradê • 0°C
(freezing point of water) = 273.15K (Xala qerisîn yan cemidîna avê) •
25°C (room temperature) = 298.15K (Dereceya germahiya odeyê) •
100°C (boiling point of water) = 373.15K (Xala keliyana avê) •
0K (absolute zero) = -273.15°C (Sifra xwerû, rût yan jî mutleq)

Gîraweya Mengiyê(Mehlûla Îdeal): Ideal solution

Taybetmendiyên termodînamîka Mehlûla Îdeal(Ideal Solution) wisa ne:Pestoya Hilma(Vapor Pressure) wê ligorî Qanûna Raoultê tevdigere, Antalpiya(Enthalpy) mehlûlê sifr e û Zerîba Ektîvîteya(activity coefficient) wê kêmzêde dibe jimareya yekê.

Eger di 2 maddeyên A û B yên nava mehlûlê de, bandordanîna(interaction) mûlûkûlên( molecules) navbera AA, BB û AB kêmzêde wek hev bibin, hingî ew mehlûl, dibe îdeal.

Raoult's law: Pestoya Hulmê ya i = mole fraction


Hevkêşeya Clausius-Clapeyronî: Clausius-clapeyron equation

Kevaneyên(curves) hulmbûyîna piraniya liquidan dişibin hev. Pestoya hulm bi zêdebûn û hilkişana dereceya germahiyê, zêdetir û mezintir dibe.

P = A exp (- Hvap / R T)

P: Pestoya liquidê, Hvap: Antalpiya hulmbûyînê û T: Germahî A: Neguhera Gazê yanjî Jimareya Avogadroyê ku hejmara perçe, Atom yanjî mûlûkûlên nava her maddeyekî diyar dike. (symbols: L, NA): 6.02214129(27)×1023 mol−1


Hevkêşeya Schrödinger: Schrödinger equation

Di mekanîka kuwantomê de, hevkêşeya Schrödinger, hevkêşeyeka dîfransiyela perçeyî ye ku çawaniya guhertina forma kuwantoma nava sîstema fîzîkîyê bi derbasbûna demê ra, nîşan dide. Di mekanîka kilasîk de, hevkêşeya hereketê, heman qanûna duyemîna Newton, (F = ma) e ku çawaniya tevgerîna sîstemê, bi guhertina demê ra ew jî piştî şertên despêkê û ligor matematîkê, dide xûyan. Di mekanîka kuwantomê de, analoga qanûna Newtonê heman hevkêşeya Schrödinger jibo sîstema kuwantomê( bi gîştî atom, mûlûkûl û perçeyên pir pir hûriktir ji atoman in ku azad, pevgirêdayî yan cihgir in) ye. Hevkêşeya han ne tenê jibo sîstema kuwantom, pêl û atoman e belke jibo sîstema makroskopî, seranserê gerdûnê û mekanîkên kilasîk ra jî dikare were bikaranîn. Hevkêşeya Schrödinger ya girêdayî demê:

Hevkêşeya Schrödinger ya negirêdayî demê:
i: Yekeya xeyalî ħ:Neguhera Planck liser 2π (parvekirin)
∂/∂t: Muşteqqa perçeyî girêdayî demê
Ψ: peyveke Yûnanî ye ku fankşêna pêlê di sîstema kuwantomê de nîşan dide


Ĥ: operatora Hamiltonianê ye ku enerjiya gîştiya karekteran tevî formên cihê yên pêlan ligor ciyên ku lê ne nîşan dide.

Hevkêşeya Van der Waals: Van der waals equation

Jiber ku mûlûkûlên nava gazan, hecmeke wanî taybet heye û bandora hêza kaşê ya di navbera mûlûkûlan dikare bê texmînkirin û gazên rastîn jî ligor qanûnên Gazên Îdeal û normal tevnagerin lewma jî bandora han ya di gazên rastîn de, bi riya hevkêşeya Van der waalsê tê hesabkirin.

Ku tê de a û b, neguherên taybet yên gaza navbirî ne. Pîvana hêza kaşa navbera mûlûkûlan, a û hecma dagîrbûyî ya mûlûkûlan ji V, ku 4 qasî hecma rastîna mûlûkûlan e jî b ye.

Hevkêşeya Van’t Hoff: Van’t hoff equation

Di termodîmanîka kîmyewî de, Hevkêşeya Van’t Hoff, guherîna Keq, neguhera teadulê ligor guhertina dereceya germahiyê T û Guherîna Antalpiya Standard, ΔHo nava teadula kîmyewî de şirove dike.

Îzomer: Isomer

Îzomer peyveke Yûnanî bi wateya perçeyên wekhev e û ji mûlûkûlên ku formûla kîmîyewiya wan wek hev in lê pêkhateya kîmyewiya wan, mîna hev nînin, re tê gotin. Hejmara atomên Îzomeran wek hev in lê çawaniya rêzbûn û cihgirtina wanî nava fezayê, mîna hev nîne û cihê ye.

Taybetmendiyên wan jî ne mîna hev in. Îzomer bi çend desteyên jêr tê dabeşkirin: positional isomers, cis-trans isomers û enantiomers.

[[2]]

Karbohîdrat: Carbohydrate

Carbohydrate, mûlûkûleke biyolojîk a mezin yan makromûlûkûl e ku ji atomên C karbon, H hîdrojên û O oksîjenê pêktê û nîsbeta hydrogen:oxygenê tê de wek ya avê 2:1 e. Formûla wê Cm(H2O)n yanjî (CH2O) e ku tê de m û n dikarin ne wek hev bibin.

D-glucose:

[[3]]

Katalîz: Catalysis

Katalîz, tê wateya bileztir kirina lezgîniya redaksiyona kîmyewî bi bikaranîna enerjiyeke kêmtir ji berê. Maddeya ku ev kar dike re jî dibêjin Katalîst yanjî katalîzor ku di redaksiyona kîmyewiyê de jî naye mesrefkirin belke cardin wek xwe ji redaksiyonê cuda, li qadê dimîne û dîsa jî dikare jibo redaksiyoneke din were bikaranîn. Bê katalîzor: X + Y → Z Bi katalîzor: Di vir C, Katalîzor e

X + C → XC (1)

Y + XC → XYC (2)

XYC → CZ (3)

CZ → C + Z (4)

Kaxizê palavtinê: Filter paper

Ev kaxiz jibo palavtin û parzandina hewa yan liquid ji tozên camid (solid) tê bikaranîn û ligor karê ku gerek bike ji maddeyên taybet û bi kunên pir biçûkên cihêreng tê çêkirinê. Ev kaxiz çend deste ne:

Jibo palavtina Hewayê,
jibo Qehweyê,
jibo Ardo, Mazot û Şewatokên ji niftê û
jibo Labaratuwarê........
Kaxiza palavtina Hewayê ya nava makîneyê:

[[4]]

Keton: Ketone
Keton (alkanone) terkîb û pêkhateyeke organîke ku formûla wê RC(=O)R' e. R û R', dikarin ji malbata maddeyên ku ji Karbonê pêktên, bibin. Peyva Keton, ji navê Aketonê ku navê kevn a almanî ya Acetonê ye hatiye girtin. Keton û Aceton:


[[5]] [[6]]

Kîmyaya Analîtîk: Analytical chemistry

Kîmyaya Analîtîk, şaxeke zanista bingehîna kîmyayê ye ku tê de liser cihêkirin, veqetandin, jêgirtin, diyarkirin û têderxistina çawaniya perçe û pêkhateyên tebiyî û çêkirî yên nava maddeyekê, kar tê meşandin.

Tîtrasyon û pîvandina kêşê jî yek ji wan metodên kilasîk in. Metodên Elektirokîmyewî, Kuromatografî û pîvandina bi Tîrêjan jî metodên ku bi amûr û alavan tên hesabkirin nin. Gas Chromatography:

[[7]]

Kîmyaya Nuklerî: Nuclear chemistry

Kîmyaya Nuklerî, şaxeke beşa kîmyayê ye ku girêdayî radiyoektîvîte, prosesa dendikî û taybetmendiyên dendikî ye. Unsurên Radiyoektîv yên wek Radium, Radon û Actinides nava amûrên mîna Reaktorên Nuklerî de ku jibo prosesa dendikî hatine çêkirin, di jêr kontirola pesto û germahiya taybet de tên bicihkirin.

Di vê beşa kîmyayê de hûrgiliyên çawaniya bond û pevgirêdana navbera Proton û Notronan tê şirovekirinê.Hin atom yan jihev tên belavkirin yan jî bihev ra tên zeliqandin û ji pêkhatina vê yekê enerjiyeke pir pir mezin çêdibe ku jibo guhertina wê bi enerjiya elektirîkê, tê bikaranîn. Uranium and Thorium jî 2 unsurên pir grîng in ku bi endazyariyeke balkêş di reaktorên taybet de, jibo berhemanîna enerjiya han, tên meyandinê. 

Di kîmyaya Nuklerî de, Tîrêjên X, Alfa, Beta û Gama jî tevî pêkhateyên wan tên şirovekirinê.

[[8]]

Kîmyaya Organîk: Organic chemistry

Beşeke kîmyayê ye ku tê de pêkhate, taybetmendî û redaksiyona madde û terkîbên (Compound) ku ji atomên Karbonê, C pêktên, dide ber çavan û analîz dike. Jibo analîza pêkhateyên wan maddeyan ji NMR yanê Mass Spectrometry tê istifadekirin. Kîmyaya Organîk liser terkîbên Bikarbon yanjî Maddeyên Organîk xeber dide ku unsura bingehîna wan terkîbên Organîk xêncî Karbonê, Hîdrojen e jî.

Berê ji maddeyên ku ji giya û heywanan dihatin girtin ra, maddeya Organîk digotin lê niha di labaratuwaran jî bi metodên cihê ew tên çêkirinê. 2 jêderên mezin ê maddeyên Organîk: Nift û Komir in ku ew jî bi derbasbûna demeke dirêj di bin bandora pestoyeke pir zêde û germahiyeke zêde ji jihevbelavbûn û analîza giyah û jîndaran, di binê erdê de çêbûne.
Methane:

[[9]]

Kînetîk: Kinetics

Kînîtîk, peyveke Yûnanî ye ku tê wateya Hereket yan jî livînê. Kînîtîkên Kîmyayê jî behskirin û şirovekirina lezgîniya redaksiyona kîmyawî ye.

[[10]]

Kovika Cihêkirinê: Separation funnel

Ev amûr, jibo cihêkirina 2 liquidan ji hev tê bikaranîn. Sîstema cihêbûnê liser esasa Tîrbûnê yan jî heman giranbûnê ye. Mînak eger av û rûn werin tevhevkirin, di nav Kovika Cihêkirinê de, piştî demeke taybet yek jorê û ya din jî binê wê de disekine û paşê bi vekirina şîreya binê kovikê pir hêsan ji hev tên cihêkirin. Di piraniya terkîban de aliyek, faza avîn e û aliyê din jî Tiwînerên wek: Ether, MTBE, Chloroform, Ethyl Acetate û Dichloromethane(Solvent) nin.

[[11]]

Kriyostat::Sermapîv: Cryostat

Amûreke ku jibo hînik û sar xweyîkirina hin mekîne yan jî sempêlan tê bikaranîn. Maddeya ku jibo pêkanîna sermaya nava amûrê, pir zêde tê bikaranîn, Heliuma Liquid e.

[[12]]

Lîgand: Ligand

Di kîmyayê de, Lîgand ji yon yan mûlûkûlekê re tê gotin ku bi atomeke metalî ya navendî ve tê girêdan û jê Kompleksek çêdibe.

[[13]]

Metalên Alkaliyê: Alkali metals

Unsurên nava sitûneke cedvela peryodîka Mendelyofê ku pêktên ji:

Litium, Sodium, Potassium, Rubidium, Caesium û Francium(Li, Na, K, Rb, Cs û Fr) ra tê gotin. Taybetmendiyên Metalên Alkalî pir dişibin hev: ew birqonekî û nerm in û di germahî û pestoya standard de jibo redaksiyonê pir amade ne ku elektrona xwe ya di orbîtala S, jidest bidin û bibin katyonek bi bara +1.

[[14]]

Neguhera Faraday: Faraday constant

Di fîzîk û kîmyayê de, neguhera Faraday ku bi F tê nîşandan, mezinahiya şarja elektrîkiya liser mola, elektronan nîşan dide. Di elektrolîzê de jî jibo zanîna mezinahiya elementa ku hatiye oksîdkirinê, tê bikaranîn.

F: 9.64853399(24) x 104 C mol-1

e ≈ 1.6021766×10−19 C NA ≈ 6.022141×1023 mol−1

Neguhora Boltzmann: Boltzmann constant

Neguhera Boltzmann (kB or k), neguhereke fîzîkî ye girêdayî enerjî û dereceya germahiyê ye û ji parvekirin û dabeşkirina neguhera cîhaniya gazan liser jimareya Avogadroyê tê bidestxistin.

Boltzmann constant = 1.3806488 × 10-23 m2 kg s-2 K-1


Neguhora Leza Reaksiyonê: Reaction rate constant

Di kînîtîka kîmyewî de, k or , nirx û lezgîniya redaksiyona kîmyewiyê nîşan dide. Jibo redaksiyona: Nirx û lezgîniya redaksiyonê ji formûla jêrê bidest tê:

T: Dereceya Germahî m û n: dereceya perçeyên redaksiyonê ye ku bi zerîbeya stoichiometric ya a û b re yek nîne.

[A] û [B]: Tîrîya(concenteration of substance A) maddeya A

Parîneya Molê: Mole fraction

Parîneya Molê, mezinahiya perçeyekê, , (bi mol) liser hemû perçeyan, e ku bi tê nîşandan. Komkirin û zêdekirina hemû parîneyên Molê bi hev re, dibe yek.


Pestoya Hewayê: Air pressure

Pestoya Hewayê, kîlo yan kêşa atmosfer liser erdê ye ku ber bi jêrê tê îmal kirin. Pesto bi barometrê ku ji stûneke şûşeyan dagirtî bi Cîweyê pêktê, tê pîvan. Pestoya Atmosferê jî, hêzeke ku liser yekeya rûbarê bi riya kîlo yan kêşa hewaya ser wî rûbarî ya di atmosfera erdê de tê îmal kirin.

Atmosfera Standard, Yekeya pestoyê ye ku 101325 Pa yan 1013.25 hectopascals yan milibars yan 760 mmHg(torr) yan 29.29 in Hg yan 14.696 psi e.

[[15]]

Pestoya Krîtîk: Critical pressure

Pestoya Krîtîk, pestoya herî kêm e ku jibo veguherandina hulm bi avê re pêywîst e. Pestoya Krîtîk heman pestoya işbaibûyî ya maddeyê di germahiya krîtîk de ye. Eger pestoya ser hulmê kêmtir be ji pestoya işbaibûyî û hulm di dereceya germahiya krîtîk de be, îdî ew nikare bibe av.

pc

substance critical temperature (oC) NH3 132 O2 -119 CO2 31.2 H2O 374


substance critical pressure (atm) NH3 111.5 O2 49.7 CO2 73.0 H2O 217.7

[[16]]

Pestoya Osmotîk: Osmotic pressure

Pestoya Osmotîk, hêzeke ku liser liquidê tê îmalkirin ku nehêle ew liquid ji memberanê re derbasî aliyê din bibe. Memberan jibo hin mûlûkûlan dibe derbasdar û ji hinên din re dibe nederbasdar. Mûlûkûlên avê di prosesa Osmozê de ji navçeyên Ren ber bi navçeyên Tîrtir diherikin. Osmoz di gûlûbûlên sor yên xwînê de jî heye.Yanê eger ew glûbûl di nav avê de bin, av diçe nava sellûlê û bi zêdebûna ava nava sellûlê, dîwara sellûla xwûnê didire. Lê eger ew di nava av û xweyê de be, av ji glûbûlê diçe derdora sellûla xwînê û dibe sedema çilmisîna glûbûlan. Lewma jî di derzîlêxistina nava damaran de gerek ji mehlûlên isotonic ku pestoya osmozîka wan û pestoya osmozîka xwînê wekhev in, istifade bibe.

Π: Pestoya Osmozê bi atmosfer M: Molarîte R: neguhera cîhaniya gazan (0.0821 Lit.atm/mol˚K) T: dereceya germahî bi Kelvînê M = n/V n: hejmara molan û v: hecm e

      πV = nRT

[[17]]

Pêwendiya Elektronê: Electron affinity

Di kîmiya û fîzîka atomîk de, pêwendiya elektroniya atom yan mûlûkûlekê dibe enerjiya ku di dema zêdebûna elektronek bi atom yan mûlûkûleke notral de, jê çêdibe û dibe sedem ku di forma gaziya wê de yoneke menfî pêkwere. X + e− → X− + energy

[[18]]

Tiwêner: Solvent

Tiwêner, maddeyeke ku hin liquid, solid û gazên kîmyewî tê de dihelin yan jî hel dibin û bi vê yekê mehlûlek pêktê. Tiwêner bi gîştî, liquid e lê dikare solid yan gaz jî be. Zêdetirîn qasê maddeya ku dikare di hecmeke taybet ya tiwênerê de hel bibe girêdayî guhertina dereceya germahiyê ye. Navên hin Tiwêneran: Ethanol, Methyl Acetate, Aceton, Hexane, Toluene, Tetrachloroethylene.........

[[19]]

Wizeya Helmholtz::Enerjiya Helmholtz: Helmholtz energy

Di termodînamîkê de, enerjiya azad a Helmholtzê, potansiyeleke termodînamîkê ye ku karê bikêr û kêrhatiya ku mirov dikare ji sîstemeke termodînamîkî ya girtî ve di dereceya germahiya neguher de, bidest bixe, dipîve.

• A is the Helmholtz free energy (SI: joules, CGS: ergs), Enerjiya azada Helmholtzê • U is the internal energy of the system (SI: joules, CGS: ergs), Enerjiya hundurîna sîstemê • T is the absolute temperature (kelvins), Dereceya germahiya rût, xwerû yan mutleq • S is the entropy (SI: joules per kelvin, CGS: ergs per kelvin). Antropî

[[20]]

Zanist û kîmya[biguherîne]

Zanist, aliyekî wê yê ku weke lingê wê mirov bihasibinê ê ceribandinê heya û li ser kimyeyê ya. Kimya jî, hinekî di temenê cerbandin û fahmkirinê de xwediyê wateyê ya.

Binêre jî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Edo Makuyî, Zanist jî bi Kurdî Xweşe, 2014: https://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AEk%C3%AEpediya:D%C3%AEwan/tevl%C3%AEhev#Xebat.C3.AAn_Ziman.28Edo_Makuy.C3.AE.29 PDF'a pirtûka Zanist jî bi Kurdî Xweşe: http://www.niviskar.com/ku/lekolin/big-bang-xwexwe-avabuna-gerdun-u-teoriyen-stephen-hawking-werger-edo-makuyi Xebatên Ziman: http://www.niviskar.com/ku/jiyan-u-biranin/xebaten-zimanedo-makuyi

Girêdanên derve[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)