Molekul

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Molekul , gerd an jî nûn di kîmyayê da bihevranûsyana du an zêdetir ji atoman e ko bi helkevtineka (aranceyeka) nemazeyî bi bandên kîmyayî bihevra dinûsin. keristeyên kîmyayî bi awayekê bêsînor bi pajên biçûktir ji heman keristeyî nahên dabêşandin: molekul bi giştî wekî biçûktirîn paj ji her keristeyekê kîmyayî dihêt dîtin ko hêşta saloxetên kîmyayî yên wî keristeyî pêra hene. Hindek ji keristeyên saf (mîna asinkalan (metalan) û kirîstalan) wesa baştir dihên fehmîn (fêmkirin) ko li şûna molekulan ji tor anko şebekeyên nemazeyî yên atoman an ayonan pêkhatibin.

Di zanistên molekulî da, molekul hebûneka kîmyayî ya têra xwe tebitî û ji aliyê karevayî ve bê-alî ye ko ji du an zêdetir atoman pêkhatîye. Têgeh anko konsepta molekula yek-atomî, her wekî ko di gazên nobel da dihêt dîtin, bi giştî tenê di bîrdoza livînkî (kinetic theory) ya gazan da dihêt bikaranîn. Di vê bîdozê da behsa kerî yên gazan wesa dihêt kirin herwekî ko yek molekul, bê guhdana bi pêkhata wê.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hizra molekulê ji bo cara pêşîn di sala 1811'ê da li aliyê Avogadroyî ve hat behskirin û wekî verêja Qanûna Nisbetên Diyarkirî û Çendqatên (1803-1808) Daltonî ji aliyê piranî ya kîmyageran ve hat pejirandin. Lê hizira molekulan wekî tiştekê cida ji pêkhata matematîkî ya edetî ya maddeyî heta karên zanayê navdar Perrinî (1911) di civatên fîzîknasan da jihê gengeşeyê bû û pozîtîvîstên mîna Maxî (Mach) bi rijdî li beranberî vê hizrê berxwedida. Bîrdoza nû ya molekulan gelek mifayê ji teknîkên hijmarî yên ko kîmyaya hijmarî berdest kirine dibînit. Bi dehan molekulên nû bi arîkarî ya şebengbînî ya hûrpêl (mikrowêyv spektroskopî) di valahiya navstêran da hatine niyasîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]