Çirûskîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çirûskîzm ekol û rewtekeke hunerî û ramanî ye ku di sala 2003an de li bajarê Amedê ji hêla nivîskar Rênas Jiyan ve hatiye avakirin[1].

Hêmanên rewteka Çirûskîzmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wek ekoleke hunerî û ramanî Çirûskîzm ji şeş hêmanan (elementan) ava dibe:

  1. Goşt
  2. Bîr
  3. Çirûsk
  4. Agir
  5. Êş
  6. Azadî

Ev hêman bi vî awayî di ekolê de difesilin: goşt di çirûskîzmê de fenomeneke bingehîn e, ew “tişt”ek e, ew alav an jî objeyek e, wek kevirekî, wek hesinekî û hwd. Di qonaxa serî de goşt hê ne‘bû’ye mirov, ger xwe biêşîne wê hêdî hêdî bi‘be’ mirov. Di çirûskîzmê de “bûn” girîng e, biqasî fenomenolojiyê di çirûskîzmê de jeneolojî jî girîng e, “bûn” ev jeneolojî ye. Mirov bi awayekî fenomenolojîk tiştek e, ev tişt an jî alav goştek e[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]