Çiyayê Hesena

Çiyayê Hesena
Bilindayî          1922 m
Cih Aksaray, Anatoliya Navîn
Koordînat 38°08′Bk 34°10′Rh / 38.13°Bk 34.17°Rh / 38.13; 34.17
Nexşeya cihan Tirkiye
Çiyayê Hesena li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Çiyayê Hesena
Çiyayê Hesena
Cure Stratovolkan
Çalakbûna dawî 6200 b.z.

Çiyayê Hesena, (bi tirkî: Hasan Dağı) çiyayeke volkanîk e ku bi lûtkeyek 3268 mêtre ji asta deryayê û 1922 mêtre bi lûtkeya hevrazî ji erdê bilind e. Du kraterên mezin ên bi navê Hesena biçûk û Hesena mezin hene. Piraniya Çiyayê Melendizê ji lavên ku ji van her du krateran herikîne çêbûye.

Çiyayê Hesena di nav sînorên parêzgehên Aksaray û Niğdeyê de ye û çiya heta 1750 mêtreyan bi daristanên darên berûyê hatiye dorpêçkirin. Bi taybetî kratera Hesena mezin ku kona volkanîkî yê sereke pêk tîne, ji nişke ve ji deştên Deşta Aksarayê li bakurê rojavayê Deşta Obrukê li rojava û Deşta Borê li başûr radibe, dîmenek xwezayî ya abîdeyî pêşkêşî dike.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenek ji Çiyayê Hesena.

Yekîneya volkanîk a Çiyayê Hesena ji serdema dîrokî ve xewê wî berdewam dike. Li qûntara çiyê bajarê Romaya kevn a Nora cih digire.[1] Mirovên li rûniştgeha kevnare ya Çatalhöyükê ji derdora Çiyayê Hesenê obsîdyan berhev dikirin û dibe ku ew bi tiştên luks re, bi mirovên ji niştecihên din re danûstandinê kirine. Neynikên obsîdîyan û mohr jî li herêmê hatine dîtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Portala çandî".