Çiyayê Kurtik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çiyayê Kurtikê çiyayek li Bakurê Kurdistanê, di ber bajarê Mûşê de ye. Lûtkeyeke Çiyayên Xaçreşê ya ku ji rêzeçiyayên Torosêye ye.

Bajarê Mûşê di ber qûntara Çiyayê Kurtikê ya bakur de ye. Bilindahiya çiyê 2.645 m ye. Di dîroka Kurdistanê de xwedî ciheke mezin e. Di serhildanên Kurdan de bûye wekî qadeke şer. Niha bûye wargeheke werzişên zivistanê.