Çiyayê Xastiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çiyayê Xastiyan beşek e ji herêma Çiyayê Kurmênc.

Li başûrê wî Deşta Cûmê ye, li bakurê wî Çiyayê Hawarê ye, li rojhilatê wî Çemê Efrîn û Deşta Endîbê ye û li rojavayê wî Çemê Reş û Deşta Hemqê ye. Piraniya gundên vî çiyayî bi herêma Mabetan va girêdayî ne, hinek jî bi herêma Cindirêsê va û hinên din jî bi herêma Şiyê va girêdayî ne. Ji rûniştivanên vî çiyayî ra "Xastiyan" dibêjin (ji lew ra Çiyayê Xastiyan), ku êleka bingehîn in ji êlên Çiyayê Kurmênc. Çiya bi xwe ne ewqas bilind e (di rastiyê da diviyabû jêre "tepe" bihata gotin). Cihê herî bilind di vî Çiyayî da Pozê Nîşanê ye (dora 850 m), ku di navbera gundê Kaxirê û gundê Xaltan da ye. Piraniya axa vî çiyayî bi darên zeytûnan dagirtî ye; di nav ra jî rez û darên fêkiyan wek hejîr, keysî, hêrûk, sêv, henar û hwd hene. Hin daristan jî li vî çiyayî hene, ku ji darên merxan, sînganan, qitleban, êvirsan, tizbiyan û hwd pêkhatiye. Di navbera gundê Rûtan û Hec-Hesnan da daristaneka mezin heye, ku berazên kovî jî têda hene. Gundên vî çiyayî ji folklora kurdî ra çavkaniyeka xurt in. Gundên wek Mabetan, Kaxirê, Mîrkan, Şîtkan û Rûtan ji stranên sivik ra çavkaniyên girîng in û gundên Heyştiyan, ku li kuntarên vî çiyayî ne, wek Çolaqan, Aşkan, Xerzan, Çeqelan, Miskê(jor û jêr), Xaltan, Koran, Gordan û Kefirsefrê ji stranên giran ra çavkaniyên dewlemend in.