Here naverokê

Hinar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Henar hat beralîkirin)
Hinar
Hinar
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Bineçîn: Rosidae
Kom: Myrtales
Famîle: Lythraceae
Cins: Punica
Cure: P. granatum
Navê zanistî yê latînî
Punica granatum
L.

Hinar an jî henar (bi latînî:Punica granatum) darek û bi fêkiyê xwe ne. Riwekek jii famîleya hine û hinaran e. Dara henarê pir gir nabe. Hin cureyên xwe gir û şîrîn dibin hin cureyên xwe pir tirş dibin. Henarên tirş di seleteyan de bi kar tînin.

Tê bawerkirin ku welatê wê herêma Îranê ye. Ji wir belavî Kafkasya, bakurê Hindistanê û herêma Hîmalaya bûye.[1] Îroj hinar bi awayekî berfireh li welatên Îran, Sûrî, Azerbeycan, Ermenistan, Efxanistan, Hindistan, Pakistan, Bengladeş, Iraq, Libnan, Misir, Çîn, Burma, Erebistana Siyûdî, Îsraêl, Urdun, herêm ziwatir ên başûr-rojhilatê Asya, herêma Deryaya Navîn a Ewropa, û Afrîkaya tropîkal tê çandin.[2]

  1. ^ The encyclopedia of fruit & nuts| dîrok = 2008| rûpel= 610, nivîskar :Robert E. Paull isbn = 9780851996387
  2. ^ Pomegranates: An Exquisite Fruit|date=19 August 2011|publisher=Exotic Fruit for Health|accessdate=20 September 2011, ji orîjînalê di 10 nîsan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2011

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]