Çiyayên Hindokûşê
Çiyayên Hindokûşê Zîncîreçiyayê Hindokûşê | |
---|---|
Dîmenek ji Çiyayên Hindokûşê, li Efxanistanê. | |
Bilindayî | 7 708 m |
Dirêjayî | 800 km |
Cih | Efxanistan, Pakistan, Çîn, Tacikîstan |
Koordînat | 35°Bk 71°Rh / 35°Bk 71°Rh |
Nexşeya cihan Efxanistan
| |
Cure | Zincîrçiya |
Hindokûş, Hindûkûş, çiyayên Hindokûşê yan jî zincîrçiyayê Hindokûşê (bi peşto: هندوکش, /kʊʃ, kuːʃ) zincîreçiyayeke Asyaya Navîn e ku 800 kilometre dirêjahiya zincîreçiyayê he ye. Zîncîreçiyayê Hindokûşê beşek ji Zîncîreçiyayê Hîmalayayê ye ku ji Efxanîstana navîn destpêdike û 800 kîlomêtre ber bi rojhilat ve dirêj dibe. Beşek ji Zincîrçiyayê Hindokûşê dikeve nava sinorên bakurê Pakistanê û başurê Tacîkistanê.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bilindbûna bilind a çiyayan li Başûr û Asyaya Navîn xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di dîrokê de Qada Rêzeçiyayê Hindokûşê bûye navendeke sereke ya girîng a baweriya bûdîzmê.[1] Hindokûş di dema êrîşên jêrparzemîna Hindistanê de wekî rê hatiye bikaranîn.[2] Çiya herêma serekeyî ye ku rêxistinên wekê Talîban û El Qaide lê bihêz bûne.[3] Li Geliyê Kowkchehê madenên kevn ên ku lapis lazûlî hildiberînin têne dîtin. Li bakurê Kabulê li geliyê Çemê Panjşerê û li hinek deverên wî jî zimrûdên pola cewherî têne dîtin. Li gorî Walter Schûman, li Hindokûşên Rojava bi hezaran salan çavkaniya herî zêde yê madenên baş a Lapis lazolî ye.[4] Bûdîzm li herêma antîk ya Hindokûşê bi berfirehî belav bûye. Berhemên hunerî yên kevnar ên bûdîzmê peykerên mezin ên kevir ên bi navê Bamiyan Buddhas li dawiya başûrê û rojavayê Hindokûşê cih digirin. Ev peyker di sala 2001an de ji aliyê rêxistina îslamîst a Talîbanê ve hatine hilweşandin.[5] Newalên Hindokûş ên başûrê rojhilat ku ber bi herêma Geliyê Indusê ve girêdayî ne, navendeke sereke bû ku ji manastiran re, zanyarên dînî yên ji deverên dûr, torên bazirganî û bazirganên binparzemîna Hindistanê ya kevnar re wargeh bûye .[6]
Erdnasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji aliyê erdnasî ve ev di pêkhatina parzemîna ji herêmek Gondwana ya ku li dora serdema Jurassiya Navîn nêzîkî 160 milyon sal berê ji Afrîkaya Rojhilat dûr ketî ye.[7] Nîv parzemîna Hindî, Awistiralya û giravên Okyanûsa Hindî bêtir çikiyan, ber bi bakurê rojhilat ve çûne û parzemîna Hindî nêzîkî 55 milyon sal berê ber bi dawiya Paleosenê ve bi Plateya Avrasyayê re li hev ketine.[7] Bi van lihevketinên parzemînan re Rêzeçiyayên Himalaya û Rêzeçiyayê Hindokûşê dertketine holê.[8]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Margottini, Claudio (20 îlon 2013). After the Destruction of Giant Buddha Statues in Bamiyan (Afghanistan) in 2001: A UNESCO's Emergency Activity for the Recovering and Rehabilitation of Cliff and Niches (bi îngilîzî). Springer Science & Business Media. ISBN 978-3-642-30051-6.
- ^ Kinzl, Konrad H. (11 kanûna paşîn 2010). A Companion to the Classical Greek World (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. ISBN 978-1-4443-3412-8.
- ^ Ryan, Michael (9 tîrmeh 2013). Decoding Al-Qaeda's Strategy: The Deep Battle Against America (bi îngilîzî). Columbia University Press. ISBN 978-0-231-16384-2.
- ^ Schumann, Walter (2009). Gemstones of the World (bi îngilîzî). Sterling Publishing Company, Inc. ISBN 978-1-4027-6829-3.
- ^ Ph.D, Jan Goldman (7 çiriya pêşîn 2014). The War on Terror Encyclopedia: From the Rise of Al-Qaeda to 9/11 and Beyond: From the Rise of Al-Qaeda to 9/11 and Beyond (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-1-61069-511-4.
- ^ Neelis, Jason (19 çiriya paşîn 2010). Early Buddhist Transmission and Trade Networks: Mobility and Exchange Within and Beyond the Northwestern Borderlands of South Asia (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-18159-5.
- ^ a b Jones, Robert Wynn (18 tebax 2011). Applications of Palaeontology: Techniques and Case Studies (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-139-49920-0.
- ^ Mukherjee, S.; Carosi, R.; Beek, P. A. van der; Mukherjee, B. K.; Robinson, D. M. (28 îlon 2015). Tectonics of the Himalaya (bi îngilîzî). Geological Society of London. ISBN 978-1-86239-703-3.