Êketiya Nivîserên Kurd liqa Duhokê
Êketiya Nivîserên Kurd tayê Duhokê, anku Yekîtiya Nivîskarên Kurd liqa Duhokê, saziyek edebî rewşnbîrî ye giringiyê bi rewşa edebiyat û rewşenbîriya kurdî dide û bi awayek berdewam hewl dide bi rêka pilan û projeyên edebî û rewşenbîrî berhemdanek epstmolojî peyda bike, paşî ewê berhemdanê veguhêze nav hemû tex û çînên civakê Kurdistanî li Kurdistanê bi giştî û li deverê bi taybetî. Her wesa, giringiyê bi rewşa sercem nivîskar û entilektwêlên kurd li nav û derveyî Kurdistanê dide, ji ber ku saziyek kurdistanî ye û çav li werar û pêşkevtinek berdewam e û bilindkirina astê peyv û peyama kurdî ji erkên xwe yên sereke dizane.
Yeketiya nivîskarên kurd bi rêka vê malperê dixwaze pirên peywendiyê di navbera hemû nivîskar û entilektwêlên Kurdistanî de seranser cîhanê ava bike û paşî ewan piran mukim bike. Herweha dixwaze mewdayan nîzîktir bike ji bo veguhaztin û pêkguherîna empstmolojiyê derbarê bizava edebî û rewşenbîrî li Kurdistanê.
Armanca Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Duhokê[biguherîne]
Parastina zimanê kurdî ji erkên Yekîtiyê yên sereke ye û bilindkirina astê hizr û hişmendiya takekesê kurd yê afrîner yek e ji karên ku Yekîtî pê radibe. Endamên Yekîtiyê pêkve, li her derê û her yek bi karînên xwe ,dikare beşdariyê di evê bizavê de bike û rolê xwe yê dîrokî di derheq pirsa ziman, çand û edebiyata kurdî de biselmîne.
- Her entilektwêlek kurdistanî maf heye bi berhemên xwe beşdariyê di malperê de bike.
- Her yekdikare berheman bi ziman yan zaravê xwe bihinêre belê biryardan li ser weşanê mafê saziyê bi xwe ye.
- Berhemê ku bigehe malperê, bi çi awayî venagere bo xwedanî çi bihê belavkirin an na.
- Berhem dê ji aliyê desteya birêveberiyê ve bihê nirxandin û biryara pejrandin an retkirinê bo wê dimîne.
- Her berhemê ku ziyanê bigehîne mebest û aramncên saziyê nahê belavkirin.
- Berhemê ku ziyanê bigehîne her aliyek din, yan kesekê din, yan jî saziyek din ew berhem nahê belavkirin.
- Sazî berpirsiyar e ji belavkirin û nebelavkirina berheman belê her nivîskarek berpirsiyar e ji naverokê berhemê xwe piştî biryardanê li ser.
- Sazî berpirsyare ji parastina nasname û pîzanînên kesatî bo her beşdarekî /ê.
- Şêweyên serederiyê û alavên çareseriyê bo her pirseka hebe, dê bi awayek serdemî be, ango bê ferq û cudahî.