Rewşenbîrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di civaka Rojava de di sedsalên 17'mîn û 18'mîn de ramana aqlî dest pê dike. Bi vî rengî pêşdaraziyên kevin û tiştên ku pê bawerî hebû ku qet naguharin û kevneşopî ketin ber meqesa rewşenbîriyê. Hewildana ku mirovan ji pêşdaraziyan dûr bixin, ji bawerî û îdeolojiyan ber bi kesên azad ve bibin bi vî rengî dest pê dike.

Hinek raman hebûn ku bûne sedema vebûna riya rewşenbîriyê. Ev jî tevgerên Ronesans û Reforman in. Mirov dikare wekî pêşengên sereke yên Serdema Rewşenbîriyê jî navê van nûneran bihejmêre: René Descartes û Gottfried Wilhelm Leibniz. Li Almanya jî Johann Gottfried Herder, Immanuel Kant, Christian Wolf; li Fransa Denis Diderot, Claude Adrien Helvêtius, Montesquieu, Jean-Jacques Rousseau, Francois Marie Arouet de Voltaire; li Brîtanya Mezin David Hume, John Locke û Thomas Paine her ew nûnerên herî girîng ên serdema rewşenbîriyê ne.