Êrîşên terorîstî yên li Norwêcê 2011

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Êrîşên terorîstî yên li Norwêcê 2011
59°55′Bk 10°45′Rh / 59.92°Bk 10.75°Rh / 59.92; 10.75
DewletNorwêc Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Oslo Municipality
  • Buskerud Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • 77 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Regjeringskvartalet bombing
  • Utøya massacre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Saet
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Êrîşên terorîstî yên li Norwêcê 2011 ji çalakiyên suîkast û bombeyên di sala 2011an li Norwêcê re tê gotin. Di wê salê de êrîşkarê norwêcî yê nijadperest Anders Behrig Breivik di navenda bajarê Osloyê de erebeyek da teqandin û piştre bi cilên polêsan û tebancekî li ser girava Utøya 77 ciwanên sosyaldemokrat kuştin. Sûcdar di 22ê tîrmeha 2011an de hat girtin û sûcê xwe rojek bi şûnde bi awayekî berfireh îtîraf kir.[1]

Sûcdarê 'parastina Norwêcê li dijî Îslamê' û 'marksîzma çandî' wek sedemên suîkastan bi nav kir. Li gorî parastina wî, wî xwest sosyaldemokratên ku welêt birêve dibin "bi awayeke pir xurt ceza bike", ji ber ku ew berpirsyarên "îthalata mezin a misilmanan bo Norwêcê" ne.[2][3]

Li gorî yekemîn rapora fermî ya 29ê çiriya paşîn a 2011an sûcdar di dema suîkastê de nexweşiya şîzofreniya paranoîd bû û lewra ne xwediyê hêza jêcudakirinê ya (temyîzê) ye. Di roja 16'e nîsana 2012ê de bi sûcên terorîzm û kuştinê[4] doz li wî hat vekirin.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Verdächtiger legt Geständnis ab. Tagesschau.de, 24ê îlona 2011
  2. ^ Ville strupe videre rekruttering til Arbeiderpartiet Dagbladet, 25ê tîrmeha 2011
  3. ^ Attentat auf Norwegens König geplant Girêdana arşîvê 2013-10-14 li ser Wayback Machine Berliner Morgenpost, 31ê tîrmeha 2011
  4. ^ Die Anklage gegen Breivik, Welt Online, 10ê nîsana 2012
  5. ^ Ein Narzisst entlarvt sich selbst spiegel.de, 16ê nîsana 2012