Norwêc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kongeriket Norge
Kongeriket Noreg
Mîrnişîna Norwêcê
Alaya Norwêcê Nîşana Norwêcê
(Ala) (Nîşan)
Europe-Norway.svg
Zimanên fermî Norwêcî, samî, kvenî
Paytext Oslo
59°56′Bk 10°41′Rh / 59.933°Bk 10.683°Rh / 59.933; 10.683
Sîstema siyasî Keyanî
 - Key
 - Serekwezîr
Harald V
Erna Solberg
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

385.252 km2
5
Gelhe
 - Giştî (2008)
 - Berbelavî

4.777.100 kes
12 kes/km2
Serxwebûn 7'ê pûşperê 1905 ji Swêdê
Dirav Krona norwêcî
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .no
Koda telefonê +47
Norway-map.png

Norwêc an jî Mîrnişîna Norwêcê (bi norwêciya bokmål: Kongeriket Norge; norwêciya nynorsk: Kongeriket Noreg) welatekî li bakurê Ewropayê di navbera deryaya Bakur, Okyanusa Atlasê ya Bakur û li rojavayê Swêdê ye. Welatekî li rojavayê Skandinavyayê ye. Sînorê wê bi Swêd, Fînland û Rûsyayê re heye. Welatên cîran, Fînland 729 km, Swêd 1.619 km, Rûsya 167 km ne. Norwêc, welatekî skandînavî ye. Di welêt de, bi taybetî, çiyayên bilind û fyord hene. Norwêc nêzî Qûtûba bakûr e [çavkanî pêwîst e]. Welatek ji wan welatê ku lê pirr berf tê ye. Salê 8 yan jî 9´an lê berf heye. Lê ji çar bahrên wê, nêzî sê bahrên wê avî ye û bahr li ber e.

Dirêjahiya sînorên wê, 2.515 km ye. Gelheya wê, 4,92 milyon a. Nêzî ku bibe 5 milyon. Koma etnikî ku piştî norwêciyan re û mazin a û li bakûrê wê dijî, ji wan re sámî tê gotin. Di gotina sámî, bi norwêcî samer de, pêvoka -er ji bo zêdebûnê bêne ser ziman e. Tişta ku pê dabara xwe dikê jî, masî, weke karekî binesazî yê welêt tên çêkirin û firotin. Wekî din jî, li welêt, petrol heya û weke welatê skandînavî yê herî zêde ku lê petrol derdikeve ye. Ji bilî wê jî, hin çandin qût û zadên din û firotina wan li welêt, weke karekî mazin bi rê ve diçêt.

Bi kurtasî dîroka welêt[biguherîne]

Norwêc, weke welatekî ku li Skandinavyayê dijî ye. Dîroka wê heta sedsala 9'an a piştî zayînê tê qaydkirin. Dîroka wê vê ya vê demê, weke dîroka mîtolojîk e û di norwêcî de jê re "Nørront-tid" tê gotin [çavkanî pêwîst e]. Bi vê yekê re, dîroka wê, tê ser ziman. Ev deme dîroka wê, li ser wê pirr vegotin hene. Ji wê demê re, wekî din jî, tê gotin "deme Vîkîngan" û an jî bi norwecî vikingtid. Norwêcî ji bi koka xwe ve vîkîng in. Bi wê re mirov divêt ku bibêje ku welatên skandînavî hemû jî xwediyê heman kokê ne.

Norwêcê, ev demên wê yê kevn in û weke demna ku zêde di derbarê wan de ne hatiya nivîsandin in. Bi vegotinî, çîrokî, mîtolojikî û hwd, bi vegotinên di derbarê wê de hene. Ji vê re jî Nørront-tid tê gotin. Norwêc, demeke xwe ya dîrêj, di bin serdestiya Danîmarkayê de di bihurêne. Di wan demên wê de, bi Danîmarkayê ve girêdayî ye. Tê qaydkirin ku Norwêc, ser 400 salî re bi vê rengî bi Danîmarkayê ve girêdayî dimenêt. Piştre wê jev veqetiyê. Ji vê dema ku bi Danîmarkayê ve girêdayî ye jî tê gotin ku "deme bi Danîmarkayê ve girêdayî". Norwêc, heta wê demê salên 1814´an, wê bi Danîmarkayê ve bimêne. Di vê demê de, Danîmarka bi Firansayê re tevdigeriye. Hingî, di wê demê de Napoleon li Firansayê deme wî bû. Piştî ku ew li dijî, hêzên rojava dikeve şerekî mazin de û winda dike, êdî wê Norwêc, ji Danîmarkayê were qûtkirin. Piştî ku Napoleon windakir, wê ev yek bibe. Piştre, wê bi Swêdê ve were girêdan. Swêd, weke hêzeke mazin ya demê, bi hêzên ku li dijî Napoleon di sekin in re tevdigeriya û bi wan re gava xwe diavêt.

Di vê demê de, wê têgihiştina norwêcitiyê bi norwecîyan re çê bibe û wê bidest xwe naskirinê bikin. Hingî, wê lêgerin bibin. Mirovên weke Henrik Wergeland (1808-45) derdikevin û mafê Norwêcê û têgihiştina wê diafirênin. Destûra wê ya bingihîn ku weke "Pirtûka Sor" tê nasin [çavkanî pêwîst e], temenê wê di demê de di sale 1914´an de tê avêtin. Piştre hin bi hin wê Norwêc bi xwe û navê xwe derkeve li holê. Parlamena wê ku bi norwêcî bi navê stortinget tê nasin di sale 1884´an de ava bû. Piştre wê di sale 1905´an de, wê bi riya hilbijartinan re ku di wê demê de keyê Swêdê biryarê dide, serbixwebûna wê dibêt. Swêdî û norwêcî, bi hev re şer nakin. Rêzê li biryara hevdû re didin. Piştî ku di hilbijartinên de norwêcî, biryara vaqatînê didin, êdî Norwêc, ji Swêdê di veqetiyê û weke welatekî serbixwe tê nasin.

Sîstema siyasî ya Norwêcê[biguherîne]

Sîstema Norwêcê demokrasî ye. Lê hê jî key lê heye. Lê key, wilo zêde ti mafê wî zêde nîne ku kifş bike. Navê wî Harald V (Haraldê Pêncan) e. Lê ew mafê wî heya ku li parlamenê, biryaran binerê û di derbarê wan de di nava dewletê de hizrên xwe bêne ser ziman. Norwêc, welatekî ku endamê NATO'yê jî ye. Lê bi serê xwe ye. Û hertimî bi serê xwe tevgeriya ye. Li welêt, mafê mirovan pêşketî ye. Sîstema hilbijartinê ya bi partiyan lê heye. Pereyên wê jî, jê re kron tê gotin.

Li ku weke roja netewî ya ku her sal roja 17 gulanê, syttende mai, tê pîroz kirin. Ev roja, weke roja bûna destûrê ya û destpêka wê di sale 1814´an de ye.

Pêşketina Norwêcê[biguherîne]

Norwêc, welatekî ku ji aliyê binasaziyê ve pirr pêşketî ye. Binasaziya pirr pêşxistiya. Binasaziya wê li ser bahrê, binasaziya welêt û ya teknolojiyê pêşketî ye. Heta salên 1970'yî jî, weke welatekî xizan jiya [çavkanî pêwîst e]. Lê piştî ku kifşkir ku dibin axê de petrol heye û kifşkir, êdî hin bi hin pêşket. Ji aliyê tenduristiyê û hwd de jî, xwediyê sîstemeke pêşketî ye. Li welatên Skandînaviyayê, weke welatê herî ku di warê tenduristiyê de pêşketî ye tê zanîn. Ji aliyê biyoloji û teknolojiyê ve, bi vê yekê, ji salên 1970'î û pê de, êdî bi pêşketina xwe re şoreş li ser şoreşê da kirin.

Çand û ziman[biguherîne]

Li welêt, ji aliyê wêje û çandê ve pêşketina wê heye. Ji salên 1800'î û pê de, pêşketina wê ya di wan waran de heya. Mirovê ku di wan deman de mohra xwe li wêje wê xistiya jî, Henrik Ibsen e. Bi wê re, ku ji wê demê maya Ameliya Skram e. Weke jina rewşenbîr ya demê ya bi tenê jê tê zanîn.

Zimanê norwêcî, di wan deman de, di zarava bûn. Yek jê re riksmål dihat gotin ku î ro jê re dibêjin bokmål û weke zimanê herî zêde tê bikarhanîn. Riksmål, berî bokmålê ye. Lê zimanê berê yê wê demê jî jê re nynorsk yanî norweciya kevn tê gotin [çavkanî pêwîst e]. Ev zarava, di roja me de, wilo zêde nayê bikarhanîn. Herî zêde, bokmål tê bikarhanîn.

Dema şerê cihanê ê duyem û Norwêc[biguherîne]

Di deme şerê cihanê yê duyem de, artêşa naziyan, dikeve Norwecê de û Norwecê hemûkî dike bin destê xwe de. Artêşa Norwêcê li ber wê nikarê li ber xwe bide. Lê xalkê Norwêcê, li ber naziyan li ber xwe didin û şerê bênîzam ê gerîla li dijî naziyan didina dest pê kirin. Weke mînak ku heta roja me, weke sembola wê şerê li dijî naziyan li Norwêcê heye Max Manus heye [çavkanî pêwîst e]. Max Manus, leşkerekî ku dilê wî bi welatê wî ve bû. Li dijî naziyan, tekoşîna xwe dide meşendin û derbeyên mazin li hêzên naziyan dixe. Ku weke bûyereke pirr bi nav û deng li Norwêcê [çavkanî pêwîst e] û di deme wî şerê de diderdikeve li pêş, kişta mazin ya naziyan ya şer û bi hezaran ton e, ew mirov bi çend hevalên xwe re li keviya Norwêcê li ser behrê wê noqî avê dikin û ev bûyar weke derbeyeke mazin li çengê artêşa naziya ya aliyê Îskandinavya [çavkanî pêwîst e] jî ye.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]