Încîla Barnabas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Încîla Barnabas (Mizgîniya Barnabas) yek ji Încîlên sexte ye.

Destnivîsara wê ya herî kevn bi zimanê Îtalî P.Z. di sedsala 15’an an 16’an de derket. Ji sedsala pêşî û heta bi sedsala 15’an tu agahî û delîl tune ku bawermendên Mesîh Încîla Barnabas bi kar anîbin û ew tu caran ji aliyê tu dêra Xirîstiyanî nehatiye pejirandin. Sedema vê yekê ew e ku Încîla Barnabas bi nakokiyan tije ye:

Di beşên 20 û 21’ê de ew dibêje ku Îsa li gola Celîlê li keştiyekê siwar bû û dema ku ew gihîşt Nisretê, ew li qeraxê golê ji aliyê gundiyan ve hat vexwendin. Lê di navbera van herdu cihan de 25 kîlometre hene û ji bilî çiya û çol û çolistanê tu tiştê din tune. Wek ku tu bêjî: Ez bi keştiyê ji Entabê çûme Urfayê... Nivîskar li ser xwe dibêje ku ew şagirtê Îsa Mesîh e, lê ew qet bi welatê Îsrael nizane.

Di beşa 3'an de (3:217) nivîskar dibêje ku Pontiyos Pîlatos hem di dema bûyîna Îsa de (sala 4’an B.Z.) û hem jî di dema mirina wî de (sala 30’î P.Z.) li herêma Filîstîn û Cihûstanê waliyê Romayiyan bû; lê belê li gor çavkaniyên dîrokî û arkeolojîk, Pîlatos P.Z. di sala 26’an de ji aliyê împerator (qeyser) Tîberyos ve ji bo Filistîn û Cihûstanê walî hat kifşkirin.

Nakokiyeke din jî ew e ku Îsa (mesele di beşa 42:2'an de) qebûl nake ku ew bi xwe Mesîh e. Ev yek hem li gor Încîlê û hem jî li gor Quranê ne rast e.

Ev û gelek şaşiyên din bûne sedem ku îro dîroknas û pisporên dîn û diyanetê Încîla Barnabas wek Încîleke rast qebûl nakin.