Ömer Dinçer
Minister of National Education | |
---|---|
- | |
Nabi Avcı (en) | |
Minister of Labour and Social Security (d) | |
- | |
Faruk Çelik (en) Faruk Çelik (en) | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê |
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Perwerde |
Zanîngeha Erziromê Zanîngeha Stembolê İmam Hatip school (en) |
Pîşe | |
Karder |
Istanbul Beykent University (en) |
Partiya siyasî |
Ömer Dinçer (jdb. 10ê îlona 1956an li Qeremanê) siyasetmedarekî tirk e ku endamê Partiya Dad û Geşedanê ye.
Xwendin û siyaset
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dinçer dibistana seretayî, navîn û amadeyî li bajarê Qeremanê xwendiye. Dinçer di navbera salan 1974 û 1978an de li Zanîngeha Erziromê Rêveberiya Karsazî û Siyasetnasiyê xwendiye. Master û doktoraya xwe li Zanîngeha Stembolê xilas kirine. Di sala 1988an de li Zanîngeha Marmarayê dereceya akademiyê ya Doçentî wergirtiye û di 1994an de bûye profesor.[1]
Di sala 2007an de ji Stembolê ji bo AKPê bûye endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê. Piştî Faruk Çelik, Dinçer ji 1ê gulana 2009an heya 6ê tîrmeha 2011an Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî bû. Dinçer di 6ê hezîranê de li şûna Nimet Baş ketiye û ji tîrmeha 2011an heya 24ê kanûna paşîn a 2013an Wezîrê Perwerdeyê bû. Piştî wî, Nabi Avcı wekî Wezîrê Perwerdeyê hatiye wezîfedarkirin.[2]
Jiyana taybet
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dinçer zewicî ye û bavê sê zarokan e.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Sami, Sedat (2006). Silent capitulations : the Kemalist Republic under assault. Lincoln, NY: iUniverse, Inc. r. 73. ISBN 978-0-595-38716-8.
- ^ Abbott, Allison. "Contested plagiarism charge on new Turkish government". Nature. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2014.
- ^ Şenyüz, Selçuk (24 kanûna paşîn 2012). "Sürpriz zirve sonrası kabine değişikliği". Hürriyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2013.