Ömer Faruk Gergerlioğlu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ömer Faruk Gergerlioğlu
Parlamenter
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
16 Tîrmeh 2021 –
Jiyan
Jidayikbûn2ê çiriya paşîn a 1965an (58 salî)
Şarkikaraağaç, Isparta
HevwelatîTirkiye
Partiya siyasîPartiya Demokratîk a Gelan
Zarok2
PîşeNojdar, siyasetmedar, aktîvîst
biguhêreBelge

Ömer Faruk Gergerlioğlu, (jdb. 2ê çiriya paşîn a 1965an li navçeya Şarkikaraağaç) nojdar, parêzvanê mafên mirovan, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarek bi eslê xwe tirk e ku parlamenterê HDPê ya Serdema 27an û parlamenterê DEM Partiyê ya serdema 28an Meclîsa Tirkiyeyê ya bajarê Kocaeliyê ye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ömer Faruk Gergerlioğlu di 2ê mijdara 1965an de li navçeya Şarkikaraagaç bi ser Ispartayê ji dayik bûye.[1] Xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê Bursayê qedandiye. Piştî qedandina dibistana navîn û Lîseya Îmam Hatîp a Bursayê qedand, Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Anadoluyê xwend.

Kariyera pîşeyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku li Îdir û Bursayê di gelek navendên tenduristiyê de xebitî, di sala 1995an de di ezmûna TUS'ê de derbas bû û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Sîng û Cerahiya Sîngê ya Süreyyapaşa, di warê Nexweşiyên Sîng û Tuberkulozê de dest bi perwerdeya pisporiyê kir. Piştî perwerdeya pisporiyê ya pênc salan, li Nexweşxaneya Dewletê ya Îzmît Sekayê wek doktorê pispor xebata xwe kir.

Mirovhêzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gergerlioğlu di gelek sazî û platformên sivîl de cih girtiye. Di Komeleya Mafên Mirovan û Piştevaniya Bindestan (MAZLUMDER) de xebitiye. Di sala 2003an de bû serokê Mazlumderê ya şaxa Kocaeliyê û di navbera salên 2007 û 2009an de serokê komeleyê kar kir.[2] Ji sala 2007an vir ve di medyaya herêmî û neteweyî de gotarên li ser mafên mirovan û siyasetê diweşîne.[3]

Doz û nakokiyên qanûnî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gergerlioğlu di 6ê çileya 2017an de bi biryarnameya jimare 679an ji peywira karmendiyê hatibû dûrxistin. Beriya referandûma guhertina destûra bingehîn a sala 2017an a Tirkiyeyê beşdarî "Platforma Maf û Edaletê" bû ku nivîskar û siyasetmedarên ji kesên îslamî hatin ba hev. Li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê bi hinceta parvekirinên medyaya civakî doz hat vekirin. Ji ber parvekirina nûçeya "Ger dewlet gavekê bavêje wê di nava yek mehekê de aştî bê" ku di sala 2016an de hatibû weşandin û di nava wê de daxuyaniyeke PKKê jî hebû, bi îdiaya ku propagandaya PKKê kiriye, hatiye tawanbarkirin.[4][5][6]

Di dema ku pêvajoya dozê berdewam dike, di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 2018an de wekî parlementerş bajarê Kocaeliyê ya Partiya Demokratîk a Gelan, hate hilbijartin. Di Komîsyona Mafên Mirovan a TBMMê (Meclîsa Tirkiyê) de cih girt. Wî mijara "Lêgerîna Tazî" ya ku tê îdiakirin bi taybetî di pêvajoya girtîgehê ya girtîyên li Tirkiyeyê de tê kirin, anî ziman û ev îdia ji aliyê gelek kesan ve jî bi daxuyaniyên ku bi vê lêgerînê re rû bi rû mane hate piştrastkirin.[7][8]

Di 17ê sdara 2021an de li Lijneya Giştî ya Meclisa a Tirkiyeyê piştî ku di 16emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind de der barê cezayê girtîgehê de hat qebûlkirin, parlamenterîya wî hate betalkirin. Jiber ku wî betal kirina parlementeriya xwe qebûl nekir, vê yekê wekî neqanûnî binav kir. Di dema desteserkirina wî de, wî xwest ku ji meclîsê dernekeve. Li ser vê yekê Gergerlioğlu ji aliyê polêsan ve bi destê zorê ji meclîsê hate derxistin û piştre jî hate girtin.[9]

Dadgeha Destûra Bingehîn bi biryara xwe ya 1ê Tîrmeha 2021ê biryar da ku mafê hilbijartinê û siyasetê yê Omer Faruk Gergerlioglu hatiye binpêkirin.[10] Gergerlioglu di 16ê tîrmeha sala 2021an de careke dîsa wekê parlementer hate meclîsê.[11]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "kocaelizirve.com/faruk-gergerlioglu" (bi tirkî).
  2. ^ "Türkiye'de zor zamanlarda hak savunuculuğu: Ömer Faruk Gergerlioğlu ile söyleşi | Açık Radyo 95.0". acikradyo.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ "Request Rejected". web.archive.org. 17 adar 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 adar 2021. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Ömer Faruk Gergerlioğlu'nun milletvekilliği düştü! - Son dakika haberleri". web.archive.org. 17 adar 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 adar 2021. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Hak ve Adalet Platformu kuruldu - Sivil Sayfalar". web.archive.org. 30 adar 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 adar 2018. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "BBC: Gergerlioğlu'nun vekilliği yarın düşecek — Gazete Karınca". web.archive.org. 16 adar 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 adar 2021. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Ömer Faruk Gergerlioğlu: Türkiye'de çıplak arama yıllardır var - Evrensel". web.archive.org. 19 kanûna pêşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Cezaevlerinde çıplak aramalar: Nasıl gündem oldu, kim ne diyor?". euronews (bi tirkî). 20 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.
  9. ^ "HDP'li Ömer Faruk Gergerlioğlu'nun milletvekilliği düştü | NTV". web.archive.org. 17 adar 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 adar 2021. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "AYM kararı, HDP'li Ömer Faruk Gergerlioğlu'na milletvekilliğine dönüş yolunu açtı". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.
  11. ^ "HDP'li Ömer Faruk Gergerlioğlu 4 ay sonra yeniden Meclis'e döndü! AYM 'hak ihlal'i kararı verdi - Internet Haber". web.archive.org. 16 tîrmeh 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 tîrmeh 2021. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)