Partiya Demokratîk a Gelan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Partiya Demokratîk a Gelan
Halkların Demokratik Partisi
KurtePDG (bi tirkî: HDP)
HevserokMithat Sancar
HevserokPervin Buldan [1]
Serokê RûmetêErtuğrul Kürkçü
Sebahat Tuncel
AxaftvanEbru Günay
Damezrandin12ê tebaxê 2012(2012-08-12)
SergehAdakale Sok. 23/3 Kızılay Çankaya, Enqere, Tirkiye
Endam  (2023)45.302[2]
ÎdeolojîSosyalîzma demokratîk[3][4]
Rêveberiya herêmî/Mafên hûrgelan[5]
Pirjimarlîzma siyasî[6]
Femînîzm[7][8]
Helwesta siyasîBaskên çep[9]
Alîgirên neteweyîKongreya Demokratîk a Gelan (KDG)
Alîgirên ewropayêPartiya Sosyalîstên Ewropî (şirîk)[10]
Alîgirên navneteweyîEnternasyonala Sosyalîst (şêwr)[11]
Reng     Binefşî
Dirûşm"Aşîtî ji hêrsê, PDG ji hêrsê"[çavkanî hewce ye]
Parlamen :
56 / 600
Şaredariyên Bajarê Mezin:
1 / 30
Şaredariyên Navçeyê:
57 / 1351
Endamên Meclîsa Şaredarî:
1293 / 20.498
Endamên Meclîsa Bajar:
101 / 1251
Malper
www.hdp.org.tr

Partiya Demokratîk a Gelan (bi tirkî: Halkların Demokratik Partisi) (bi kurtî PDG) partiyek ramyariyî ye ku di 15ê çiriya pêşîn a 2012an de hate damezrandin. Li gorî rêziknameya partiyê, kurteya wê ya fermî "HDP" logoya wî darek e ku sembola wê ji du destan pêk tê. PDG niha bi 56 parlamenter di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê de tê temsîl kirin. Hevserokê PDGê yê niha Mithat Sancar û Pervin Buldan e.

PDG/HDP wek partiyeke alîgirê cihêrengî û pluralîzmê ye Tirkiyê ye. Bi giştî çepgir, partî giranî dide demokrasiya beşdar û radîkal, femînîzm, mafên hindikayiyan, mafên LGBT û mafên ciwanan û wekhevîxwaziyê. Ew endamê hevkar ê Partiya Sosyalîstên Ewropî (PES),[12] endamê şêwirmendê Enternasyonala Sosyalîst[13] û partiyek di nav Hevbendiya Pêşverû (PA) de ye.[14]

Partî sîstema hevserokatiyê dimeşîne û bi vî awayî dixwaze nûnertiya wekheviya her du zayendan di partiyê de misoger bike. Di hilbijartina serokomariya Tirkiyê ya sala 2014an de, partiyê serokê xwe Selahattin Demirtaş, ku %9.77 dengan bi dest xistibû, nîşan da. Tevî fikarên ku partî dikare di bin benda hilbijartinê ya %10 bimîne jî, PDGê di hilbijartinên giştî yên pêşwext yên Hezîrana 2015an de li şûna ku namzetên serbixwe tevbigere, lîsteyên partiyan da pêş. Li ser bendewariyan, ew bi rêjeya 13,12%, bû sêyemîn koma herî mezin a parlamenê.

Partî di 28ê tebaxa 2015an de beşdarî hikûmeta demkî ya hilbijartinê bû ku di 28ê tebaxa 2015an de ji aliyê Serokwezîrê AKPê Ahmet Davutoğlu ve hatibû avakirin, û parlamenterên PDGê Alî Haydar Konca û Müslüm Doğan bûn wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Wezîrê Pêşketinê. Wekî din, partî şaredariyên ku di hilbijartinan de bi ser ketine bi hevşaredariya ku ji jin û mêr pêk tê bi rê ve dibe[15].

Piştî hewldana derbeya 2016an a Tirkiyeyê, PDG bi tundî li dijî darbeyê derket, lê ji îlona 2016an ve, dadweriya Tirkiyê dest bi şandina hilbijartiyên PDGê kiribû ku li dijî terorê sûcdar bikin. Di mijdara 2016an de gelek parlementerên PDG’ê hatin girtin[16] ku di nav wan de hevserokên partiyê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ[17] hene. Vê yekê îradeya ragihandinê û aktîvbûna PDGê ya di qada siyasî de bi awayekî berfireh bêzar kir. Di kanûna 2020an de hevserokê giştî yê PDGê yê rêveberiyên herêmî Salim Kaplan gotibû:

“Ji sala 2016an û vir ve 20 hezar endamên me hatin binçavkirin û zêdeyî 10 hezar endam û rêveberên me şandin girtîgehê".

Ji wê rojê û pêde 48 şaredarî jî ji aliyê hikûmetê ve hatine desteserkirin.[18]

Dîroka partiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

PDG

Partiya Demokratîk a Gelan, ku wekî partiyek siyasî li parlamena Tirkiyê tê temsîl kirin, ji aliyê Yavuz Önen û Fatma Gök ve bi biryara Kongreya Demokratîk a Gelan hate damezrandin. Di Civata Giştî ya Awarte de, parlamenterê Stembol Sebahat Tuncel û parlamenterê Mêrsînê Ertuğrul Kürkçü ji bo Hevserokatiyan hatin wezîfedarkirin.[19] 2 Di Civata Giştî ya Awarte de, parlamenterê Wanê Figen Yüksekdağ û parlamenterê Colemêrgê Selahattin Demirtaş bûne Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan. Piştî ku Figen Yüksekdağ û Selahattin Demirtaş ji aliyê dewleta tirk ve hatin girtin, jiber standina mafê siyasî ya Figen Yüksekdağ, bi biryara Civata Giştî ya Awarte Serpil Kemalbay bi Selahattin Demirtaş re bû hevserokê partiyê.[20]

Prensîbên damezrandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) di 15 çiriya pêşîn a 2012an de bi fermî serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê da, ji bo ku partiyek siyasî ava bike. Yavuz Önen, yek ji hevserokên KDGê, dîyar kir ku damezrandina partiya nû wê bibe baskê siyasî yê Kongreya Demokratîk a Gelan.[21] Armanca sereke ya damezirandina partiyê ew bû ku bi yekbûna tevgera çepgir guherînek radîkal li pergala heyî bîne. Lewma ji serî ve dihat xwestin ku di hilbijartinan de divê hemî rêxistinên ku armancên wan dişibe ya KDGê bi hev re tevbigerin û hêza xwe bikin yek. Bi vî havî partiya nû PDG wekî yekbûna hêzên hevalbend hat dîtin da ku wek partiyeke yekbûyî beşdarî hilbijartinan bibin.[22]

Fermo armanca PDGê afirandina meylekê bû ji perspektîvên cihêreng ên siyaseta Tirkiyê re, da ku bi têgihiştinek alternatîf modelek rêxistinî ya nû destnîşan bike. Bi vî havî, di Çiriya 2013an de, wekîlên navdar ên Partiya Aştî û Demokrasiyê Ertuğrul Kürkçü, Sebahat Tuncel û Sırrı Süreyya Önder ji partiyê veqetiyan û beşdarî PDGê bûn. Ligel van wekîlan, Levent Tüzel, serokê berê yê Partiya Kedê EMEP û wekîlê serbixwe, beşdarî PDGê bû.[23] Tevî van navan kesên weke Altan Tan û Adem Geverî ku nêrînên kevneperest û îslamî diparêzin jî ketin nava partiyê.

Serkeftinên partiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Encamên ku di hilbijartinên herêmî yên 2014an de ji aliyê BDP û PDGê ve hatin bidestxistin

PDG yekem car beşdarî hilbijartinên herêmî yên 2014an bû, ku li piraniya parêzgehên rojavayê Tirkiyeyê bû namzed û li bakurê Kurdistanê jî DBP bû namzed. Her du partiyan bi hev re %6,2 dengan bi dest xistin lê PDG'ê nekarî şaredarî bi dest bixe. 21 parlementerên Partîya Aştî û Demokrasîyê di 28ê tebaxa 2014an de tevlî PDGê bûn.[24]

Ji bo hilbijartinên giştî yên hezîrana 2015an, PDGê tevî ku xeteriya ketina binê benda ji %10'ê heye jî, biryar da ku wekî partî namzetan nîşan bide. Tevî ku piraniya siyasetmedarên HDPê kurdên çep ên laîk in jî, di lîsteya namzetan de misilmanên bawermend, sosyalîst, elewî, ermenî, xiristiyanên suryanî, azerî, Çerkez, Lazî, Rûm û kesên LGBT hebûn. Ji 550 namzetan 268 jin bûn.[25][26][27] Di sala 2015an de Bariş Sulu bû yekem namzetê parlementeriyê yê hevzayend ê li Tirkiyeyê wek namzetê PDGê.[28] Di navbera hezîrana 2015 û hezîrana 2018an de piştgiriya ji bo PDGê di nav elewiyan de ji %7 derket %16.[29]

Hilbijartinên partiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartina serokatiyê ya 10ê tebaxa 2014an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Logoya kampanyaya hilbijartinê ya Selahattin Demirtaş

Selahattin Demirtaş di 30ê hezîranê de wek namzedê serokomariyê yê PDGê hatibû ragihandin. Wî di 15ê tîrmehê de nexşerêya xwe ya serokatiyê diyar kir ku ger di hilbijartinan de bi ser bikeve. Di axaftineke ku kêmî saetekê dom kir de, wî pêşniyar kir ku serokatiya karûbarên Diyanetê (Diyanet) bê hilweşandin, dersên olî yên mecbûrî li dibistanan bên rakirin û Cemxane bi nasnameya neteweyî bê naskirin.[30][31] Wî her weha pêşniyara danasîna "Parlamenên Gel" kir, ku di heman demê de dê Parlemanên Ciwanan jî bihewîne da ku nûnertiya hemwelatiyên ciwan zêde bike.

Dengên Demîrtaş ên ku li 81 Parêzgehên Tirkiyê hatine bi dest xistin.

Demirtaş daxwaza makezagoneke nû kir û destnîşan kir ku ji bo misogerkirina îstîqrara neteweyî, divê bê dereng dawî li înkarkirina çand, ziman, nijad û baweriyên cuda bê kirin.[32] Her wiha di axaftina xwe de berxwedana Parka Gezî nirxand û wêneyên xwe yên di dema çalakiyan de nîşan da. Wî çepikan dida dayika Berkîn Elvan ê ciwan, yê ku di çalakiyan de ji ber bombeya gaza îsotê 269 roj ketibû komayê û jiyana xwe ji dest dabû.[33]

Druşmeya wî Bir Cumhurbaşkanı Düşün (Serokekî Bifikire) bû, ku li dû wê çend hevokên cuda hebûn, wek "Bir Cumhurbaşkanı Düşünün Ayrımcılık yapmıyor. Birleştiriyor, barıştırıyor." (Serokekî Bifikirin Cûdahiyê nake. Yek dike, lihev dike), an jî "Bir Cumhurbaşkanı Düşünün Herkese Demokrat" "Serokekî Bifikirin ku ji her kesî re demokrat be". Piraniya dengên ku ji bo Demirtaş hatine dayîn ji bakurê Kurdistanê bûn.

Encama hilbijartinê ya PDGê li Bakurê Kurdistanê

Hilbijartina giştî ya 7ê hezîrana 2015an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

PDGê di Hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê yên 7ê hezîrana 2015an de ji texmînan zêdetir deng stend: Wê ji %13,12 dengên giştî (6,280,302 ji 46,774,793 dengan) stend, benda %10 şikand û 81 kursî bi dest xist. PDGê herwiha li 14 herêmên hilbijartinê yên Tirkiyeyê, di nav wan de Erdêxan, Qers, Îdir, Agirî, Mûş, Bidlîs, Wan, Tirkiye, Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Amed û Dersimê, li 14 herêmên hilbijartinê bi ser ket.

Di vê hilbijartinê de PDG bêtir komên etnîkî û olî yên hindikayiyên din ên li Tirkiyeyê, pirsgirêkên jinan, aktîvîstên LGBT û çepgir û komên siyasî yên di bin baskê xwe de hembêz kir, bangewaziya xwe di asta neteweyî de pêş xist û piştgiriyek berfireh ji çar aliyên Tirkiyeyê kişand.

Piştî hilbijartinên sala 2018an PDGê (rengê mor) di parlamena Tirkiyeyê de 67 kursî bidest xist.

Bi vê yekê PDG ne tenê di Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de bû 4emîn partiya herî mezin, lê di bidestxistina dengên Tirkiyeyê yên derveyî welat de jî li Japon, Ûkrayna Yewnanistan, Polonya, Îtalya, Swîsre, Swêd, Fînlenda, Kanada û Brîtanya bû partiya yekem. JI bilî vê yekê, PDGê AKP ji piraniyê li parlamenê dûr xist û nehîşt ku ew hikûmeteke yekpartî ava bike. Ji ber wê yekê AKPê nekarî referandûmeke pêwîst ji bo guhertina makezagonê pêk bîne da ku Tirkiyê wergerîne hikûmeteke serokatiya cîbicîkar. Ev yek ji aliyê partiyên opozisyona Tirkiyê û alîgirên wan ve wek serkeftina herî mezin a PDGê ji bo Komara Tirkiyê tê binavkirin.

Hilbijartinên giştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartin Nexşe Hevserok Deng Temsîliyet Rêza wî ya di meclîsê de
# % ± Y # ±
Hezirana 2015an
Selahattin Demirtaş
Figen Yüksekdağ
6.058.489 13,12%
80 / 550
4em
Mijdara 2015an
Selahattin Demirtaş
Figen Yüksekdağ
5.144.108 10,75% 2,37
59 / 550
21 4em
2018
Sezai Temelli
Pervin Buldan
5.867.564 11,70% Zêdebûn 0,93
67 / 600
Zêdebûn 8 3em

Hevserok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Partî sîstema serokatiyê ya hevserokatiyê, bi serokek jin û mêr, dimeşîne.[34] Bi vî awayî nûnertiya wekheviya her du zayendan di partiyê de misoger dike. Partî şaredariyên ku di hilbijartinan de bi ser ketine jî bi hevşaredariya jin û mêr bi rê ve dibe.

# Nav Destpêkirina hevserokêtiyê Bidawîbûna hevserokêtiyê Nîşe
1 Fatma Gök - Yavuz Önen 15 çiriya pêşîn 2012 27 çiriya pêşîn 2013
2 Sebahat Tuncel - Ertuğrul Kürkçü 27 çiriya pêşîn 2013 22 hezîran 2014
3 Figen Yüksekdağ - Selahattin Demirtaş 22 hezîran 2014 9 adar 2017 Ji aliyê dewleta tirk ve hatin girtin.
4 Serpil Kemalbay - Selahattin Demirtaş 20 gulan 2017 11 sibat 2018
5 Pervin Buldan - Sezai Temelli 11 sibat 2018 23 sibat 2020
6 Pervin Buldan - Mithat Sancar 23 sibat 2020 Li ser kar in

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.hurriyet.com.tr/gundem/hdpde-es-genel-baskan-adaylari-resmen-aciklandi-40735551
  2. ^ Şablon:Https://www.yargitaycb.gov.tr/icerik/1144
  3. ^ "A setback for Kurdish self-rule?". Al Jazeera. 15 hezîran 2015. Roja gihiştinê 1 tebax 2015.
  4. ^ Mustafa Akyol (13 gulan 2015). "Why I may vote for Kurdish nationalists". Hürriyet Daily News. Roja gihiştinê 1 tebax 2015.
  5. ^ "Court orders ban on HDP election brochures for promoting 'self-governance'". 19 çiriya pêşîn 2015. Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 sibat 2016.
  6. ^ "Demirtaş: Çoğulculuk, Bölünmemenin Teminatıdır". Sondakika.com. 25 tîrmeh 2014. Roja gihiştinê 1 tebax 2015.
  7. ^ "Turkey arrests pro-Kurdish MPs from only party with pro-LGBT policies". PinkNews. Roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2016.
  8. ^ Editor, Nick Robins-Early Associate World; Post, The Huffington (8 hezîran 2015). "Meet The Pro-Gay, Pro-Women Party Shaking Up Turkish Politics". The Huffington Post. Roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2016. {{cite news}}: |paşnav1= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  9. ^ Celep 2014, r. 166.
  10. ^ "PES congratulates associate parties HDP and CHP with historic election result". Party of European Socialists. 8 hezîran 2015. Ji orîjînalê di 8 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2016.
  11. ^ "Consultative parties". Socialist International. Roja gihiştinê 19 sibat 2016.
  12. ^ "Members". The Party of European Socialists (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  13. ^ "Members". Socialist International (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  14. ^ "Parties & Organisations". Progressive Alliance (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  15. ^ "Men and Women to Run Together 58 HDP Municipalities". bianet.org. 1 nîsan 2019.
  16. ^ "HDP's Hakkari MP Akdoğan Arrested". bianet.org. 11-08-2016. {{cite news}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  17. ^ "ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl". www.zeit.de. Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  18. ^ "20,000 HDP members taken into custody in 4 years, 10,000 jailed". ANF News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  19. ^ "SERHAT KORKMAZ'IN KONGRE İZLENİMLERİ: HDP Eş Genel Başkanlığına Tuncel ve Kürkçü Seçildi". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja gihiştinê 23 kanûna paşîn 2021.
  20. ^ "HDP'nin yeni Eş Genel Başkanı Serpil Kemalbay: Mücadeleyi yükselteceğimiz bir döneme giriyoruz - Sputnik Türkiye". web.archive.org. 6 kanûna paşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 kanûna paşîn 2019. Roja gihiştinê 23 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  21. ^ "HDK partileşti HDP oldu - Milliyet Haber". web.archive.org. 25 gulan 2015. doi:10.2012/1613741/default.htm. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 gulan 2015. Roja gihiştinê 23 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  22. ^ "Halkların Demokratik Partisi (HDP) Eş Başkanları Fatma Gök ve Yavuz Önen: "Başarmaktan başka çaremiz yok" | Halkların Demokratik Kongresi". web.archive.org. 1 kanûna pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 kanûna pêşîn 2016. Roja gihiştinê 23 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  23. ^ ÖZTÜRKCİ, Alpaslan (30 hezîran 2019). "Türk Siyasal Tarihinde Demokrat Parti Birinci Büyük Kongresi". Cedrus (7): 27–41. doi:10.13113/cedrus/201997. ISSN 2147-8058.
  24. ^ "BDP lawmakers join sister-party HDP - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  25. ^ "Inclusive HDP candidate list aspires to pass 10 pct election threshold - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  26. ^ "HDP'den MHP'nin Doğu'daki Kalesine Azeri Kadın Aday". Haberler (bi tirkî). 8 nîsan 2015. Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  27. ^ www.bizimkocaeli.com http://www.bizimkocaeli.com/haber/siyaset/hdpden-laz-aday-adayi/124642.html. Roja gihiştinê 13 adar 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  28. ^ "Turkey now has its first ever gay parliamentary candidate". The Independent (bi îngilîzî). 25 gulan 2015. Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  29. ^ "n2:2051-4883 - Treffer". www.worldcat.org. Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  30. ^ "Demirtaş: Barış sürecinin bozulmaması gerekir". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  31. ^ "Dünya'ya İsmet Paşa'nın oğlu olarak geldi, ama dünyadan Erdal İnönü olarak ayrıldı". Yurt Gazetesi (bi tirkî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  32. ^ "Selahattin Demirtaş Yol Haritasını Açıkladı". Van Haber | Wan Haber | Son Dakika Van Haberleri (bi tirkî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
  33. ^ Gazetesi, Dünya (15 tîrmeh 2014). "Demirtaş Köşk için yol haritasını açıkladı". https://www.dunya.com/gundem/demirtas-kosk-icin-yol-haritasini-acikladi-haberi-251968 (bi tirkî). Roja gihiştinê 13 adar 2023. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  34. ^ van Wilgenburg, Wladimir van Wilgenburg (3 sibat 2020). "Turkey's pro-Kurdish party elects co-chairs amid continued state crackdown". kurdistan24.net.