Özlem Gürses

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Özlem Gürses
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
TED Ankara College Foundation Schools (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Malper

Özlem Gürses (jdb. 18ê tebaxa 1970, li Enqere), rojnamevan, pêşkêşvanê nûçeyan, pisporê têkiliya gel û ragihandinê ye ku bi eslê xwe tirk e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Özlem Gürses wekê keça dayikek gurcî û bavekî ji Qîrşehirê li Enqereyê hatiye dinê.[1] Xwendina xwe ya seretayî û amadeyî li Koleja Ted ya Enqereyê qedandiye û piştre mafê beşdarî ya Fakûlteya mîmarî ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) Beşa Plansaziya Bajar û Herêmê wergirtiye. Di heman beşê de wek xwendekarek payebilind û serekî yê polê derbasê Beşa Mîmarî ya ODTÜyê bûye. Qezayek trafîkê ya dema ku mastera wê ya bernama Dîroka Mîmariyê de dikir, dibe sedem ku ew koçê bajarê Stembolê dibe û dest bi karê rojnamevaniyê dike.[2]

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Özlem Gürses li navenda nûçeyan a ATVyê de wekê nûçegihan dest bi kariyera xwe yê dike kariyera xwe dike û bi bernameyên bi navê Gece Hattı û Kırmızı Koltuk a qenala Star TVyê berdewam kiriye.[3][4] Di vê pêvajoyê de bi gelek siyasetmedar, wezîr, serokwezîr û serokkomaran re hevpeyvînên taybet çêkir û di salên xwe yên rojnemavaniyê de gelek nûçeyên taybet çêkir. Di navbera salên 1998 û 1999an de her şev û rojên dawî ya hefteyê jî piştî saet 12.00an de li kanala Star TVyê bernameya bi navê Gece Hattı pêşkêş dike.[5]

Piştre di kanalên wekê Habertürk TV, TV 8, Skytürk, Kanal 1 û NTVyê de bernameyan pêşkêş kiriye.[6][7][8]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "OzlemGurses/status/". Twitter (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 gulan 2023.
  2. ^ "HAKKINDA : Özlem Gürses". web.archive.org. 6 kanûna paşîn 2013. Ji orîjînalê di 6 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 gulan 2023.
  3. ^ "HAKKINDA : Özlem Gürses". web.archive.org. 6 kanûna paşîn 2013. Ji orîjînalê di 6 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 gulan 2023.
  4. ^ "TV Rehberi". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 gulan 2023.
  5. ^ "ARINÇ : HERKES BU KARAR ŞAPKA ÇIKARMALIDIR". web.archive.org. 20 tebax 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 tebax 2016. Roja gihiştinê 30 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "HERŞEYİ SORMAYA DEVAM EDECEĞİM". www.haberturk.com (bi tirkî). 4 tebax 2007. Roja gihiştinê 30 gulan 2023.
  7. ^ "Jêderka medyarazî". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 tebax 2016. Roja gihiştinê 30 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "'3YÜZ' haftaiçi her gün 10:30'da Kanal 1'de". www.haberturk.com (bi tirkî). 4 nîsan 2009. Roja gihiştinê 30 gulan 2023.