İclal Aydın

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
İclal Aydın
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (52 salî)
Nevşehir (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Pîşe
Hevjîn
Tuna Kiremitçi (en) (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

İclal Aydın (jdb. 14 îlona 1979an li Nevşehirê (Tirkiye)), lîstikvan, nivîskar, rojnamevan û helbestvana tirk e ku bi eslê xwe çerkez û kurd e.[1][2]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îclal Aydin wekê keça dayikeke bi eslê xwe çerkez û bavekî kurd hatiye dinê. Ji ber ku cihê karmendiya malbata wê li Nevşehirê bû li wir hatiye dinê. Di temenê yek salî ya wê ji ber peywirê malbata wê ew û malbata xwe koçê Enqereyê dibin. Piştî dibistana seretayî demekê li Lîseya Anadoluyê ya Xarpêtê, lî dibistana şevînî dixwîne. Piştî ku dê û bavê wî ji hev cuda bûn vedigere Enqereyê. Salên xwe yên dibistana navîn û lîseyê bi nivîskarî û karê şanoyê derbas dike. Ji opla sêyemîn a dibistana navîn bi di heman demê de xebitiye. Di sala 1989an de Beşa Şanoyê ya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê bidest dixe. Di sala duyemîn a xwendina xwe ya zanîngehê de dev ji ji xwendina xwe ya zanîngehê berdide û koçê Berlînê dibe. Li Almanyayê şeş salan wek lîstikvanê şanoyê bi awayekî profesyonel karê şanovanî dike û li Almanyayê beşdarî lêkolîn û kursên cuda yên civakî dibe.

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1996an de dev ji şanoyê berda û vedigere Tirkiyeyê. Di sala 1997an de dest karê televizyonê dike. Di sala 1997an de beşdarî klîba Ölünce Sevemezsem Seni ya Koma Ayna bû. Rêzefîlma televîzyonê ya bi navê Sıcak Saatler ku tê de rol werdigire li Tirkiyeyê gelek populer dibe. Di heman demê de di nava rojê de li HBBê bernameyeke bi navê 2'den 4'e a li ser jinan pêşkêş dike. Demekê li televîzyona Kanal Dyê di navbera salên 1998 û 2000an de jî di radyoya Radyo Dyê, Radyo Cumhuriyet, Radyo Kent, BRT FM de bernameyan çêkir. Bernameya wê ya bi navê Zirveler di sala 2000an de Xelata Bernameya Sibê ya Baştirîn wergirtiye. Pirtûka xwe ya yekem bi berhevkirina rojnivîsk û nivîsên ku ji bo bernameya Hayat Güzeldir (jiyan xweş e) nivîsîbû, çapkir. Di sala 2002an de albûmeke helbestan a bi navê “Keça Min” derxistiye, ku ji keça xwe re diyarî kiriye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "İclal Aydının Dersim hikayesi haberi". web.archive.org. 22 tîrmeh 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 tîrmeh 2015. Roja gihiştinê 20 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "İclal Aydın'dan açılıma destek". web.archive.org. 21 tîrmeh 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 tîrmeh 2015. Roja gihiştinê 20 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)