Şêx Îzedîn Huseynî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şêx Îzedîn Huseynî di sala 1921ê de li bajarê Baneyê Rojhilatê Kurdistanê, ji dayîk bûye, kurê Şêx Salih ê ji seyîdên Berzencî bû.

Tevî ku Mamoste Şêx Îzedîn kesayetiyekî olî bû jî, ji dest pêk ê ve hestên wî yên neteweyî xurt bûn.

Têkoşîna wî ya siyasî di sala 1942yê de li bajarê Bokan wekî endamê Komeleya Vejîna Kurd dest pê kir. Piştî têkçûna rejîma paşayetî ya Îranê, rola Mamoste Şêx Îzedîn bêhtir derket pêş. Ji aliyê partiyên wê demê yên Rojhilatê Kurdistanê ve, wekî nûnerê gelê kurd hat destnîşankirin..

Piştî komkujiya li bajarê Sine, di sala 1979ê de, Şêx Îzedîn bi nûnerên hikûmetê Rafsancanî, Benî Sedr, Bihiştî û Taleqanî re hevdîtin pêk anî.

Gotina Mamoste Şêx Îzedîn ku di vê hevdîtinê de got: Ferqa Tac û Kofiyê çi ye? Hikûmet nehatiye guherandin, taca paşayetiyê çûye lê li şûna wê şaşik hatiye" hê jî li bîra her kesî ye.

Piştî vê civîna fermî, Şêx Îzedîn ragihand ku naveroka Komara Îslamî nediyar e û lewra kurd wê tevlî referandûma ji bo Komara Îslamî ya Îranê nebin.

Mamoste piştî vê, meha gulanê, li ser vexwendina wezîrê karê hundir çû bajarê Qûmê û Tehranê.

Di vê serdanê de Mamoste Şêx Îzedîn bi Xumeynî, Serokwezîr Bazirgan, wezîrê hundir û hejmarek ji berpirsên Komara Îslamî re hevdîtin çêkirin.

Dema xatirxwestinê Xumeynî ji Şêx Îzedîn re dibêje, ez aramiya Kurdistanê ji te dixwazim. Şêx Izedîn jî ji Xumeynî re dibêje, ez jî otonomiya Kurdistanê ji we dixwazim.

Piştî fermana cîhada Xumeynî ya li hember Kurdistanê ku 19ê tebaxa 1979a hat îlan kirin, êdî Mamoste Şêx Izedîn bi têkoşerên din re berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di gelek şeran de rolek girîng leyîst.

Li ser banga Mamoste, bi sedhezaran kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî dewleta Komara Îslamî ya Îranê, ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî daketin meydanan.

Di dawiyê de Mamoste Şêx Îzedîn Huseynî, sala 1985a berê xwe dide sînorê Rojhelat û Başûrê Kurdistanê û têkoşîna xwe ya siyasî dewam dike.

Mamoste Şêx Îzedînê Huseynî ku ji sala 1990î ve li welatê Swêdê dijiya, di avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNKê de jî rolekî berbiçav leyîst.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Malpera Newroz TV, Mem Qeşeng