Serhildana 1979an

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Îran di sala 1979an de di kaoseke mezin de bû. Li dijî Şahê Îranê li her derê nerazîbûn peyda bûn. Her wisa li Kurdistanê jî serhildanên gel rûdan. Di adara 1979an de ji aliyê rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rrêvebirina Îranê serhildan hate destpê kirin. Kontrola gelek bajarên kurdî di destê kurdan de bû. Şah ji welat derketibû û desthilata Îranê ketibû destê Xumênî de. Di rewşeke wiha de di navbera kurdan de û rêvebirina Îranê de hevdîtin hatin kirin. Kurdan planeke otonomiyê pêşwazî rêvebirina Îranê kir, madeyên planê ev bûn [1];

  1. Di makezagona Îranê de mafên gelê Kurd bi otonomiyê dê were parastin
  2. Divê cihên kurdnişîn werin tesbît kirin û merzên Kurdistanê werin belî kirin
  3. Xelkê Kurdistana Otonom ji bo kar û xebatên herêmê dê bi rêya hilbijartinê Meclîse Giştî hilbijêre
  4. Meclîsa Giştî, ji bo karên aborî, çandî û edarî dê komîsyona rêvebirinê ava bike
  5. Zimanê kurdî, li gel farisî dê bibe zimanê fermî yê Kurdistanê
  6. Ewlehî di nav de hemû karên navxweyî dê ji aliyê organên otonom were rêvebirin

Lê rêvebirina Îranê ev şert nepejirandin di encamê de li dijî kurdan êrîş hatin destpê kirin û gelek kurd hatin girtin. Di tîrmeha 1979ê de serkirdeyên Artêşa Pasdaran hatin Merîwanê û li gel kurdan hevdîtin kirin lê çi encam derneket. Kurdan bi rêberiya Şêx Îzedîn Huseynî û Ebdurehman Qasimlo serhildana xwe dewam kir lê hêza kurdan ewqas mezin nebû ku bikarê serbikeve. Hêjayî gotinê ye ku Şêx Îzedîn Huseynî li dijî dewleta Îranê cîhad îlan kiribû [2]. Her wisa Xûmênî jî li dijî kurdan cîhad îlan kiribû lê kîjan pêşiyê hatibû îlankirin, nediyar e.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:344
  2. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:346